Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 22:45 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Amerîka: Emê Herêma Kurdistanê biparêzin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Konsulê Giştî yê Amerîka, Fazil Mîranî ragihand ku hewl û danûstandinên PDKê ligel partiyên din ên Kurdistanê ji bo avakirina hikûmeteke bihêz e li Herêma Kurdistanê, ku di xizmeta xelkê Kurdistanê de be. Konsulê Amerîka jî got ku ewê berdewam bin li ser parastina Herêma Kurdistanê.

Îro li avahiya Polîtbûroya PDKê, Fazil Mîranî Sekreterê Polîtbûroya PDKê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stêv Vîgn û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Mîranî behsa pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê kir û wiha got: “Li cem me normalkirin û başkirina rewşa Kerkûkê girîng e.”

Mîranî behsa Herêma Kurdistanê jî kir û wiha got: “Pêngav û hewlên PDKê ligel partiyên din ji bo avakirina hikûmeteke bihêz e ji bo Herêma Kurdistanê û ew hewl û pêngav berdewam in. Herwiha PDKê berdewam e li ser gotûbêjên xwe ligel partiyên siyasî ji bo ku bighên rêkeftineke baş û guncayî.”

Fazil Mîranî ragihand: “PDK di hilbijartinan de yekem bûye, lê li cem me berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û parastin û aramiya ewlehiya Herêma Kurdistanê karê herî sereke ye. Lê PDK û YNK bi nîv bi nîv (50 bi 50) hikûmetê ava nakin, ji ber ku ev sîstem di salên derbasbûyî de biser neket, lê PDK ber xwe dide dîrok û giraniya YNKê.”

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Amerîka spasiya Fazil Mîranî kir li ser vê civînê û hêvî xwest ku hikûmeta nû ya Kurdistanê bizûtirîn dem ava bibe ku di xizmeta gelê Kurdistanê de be.

Konsulê Amerîka wiha got: “Emê berdewam bin li ser hevkarî û hevahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ji bo parastina Herêma Kurdistanê bi taybetî û Iraq bi giştî.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact