Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de cejna Rojiyên Êzî li xuşk û birayên Êzdî pîroz kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Rojiyên Êzî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Êzdiyên li Kurdistanê û seranserê cîhanê dikim û hêvîdarim ev cejin destpêka şadî û aramî û bexteweriya hemû xuşk û birayên me yên Êzdiyan be ku di demên derbasbûyî bi sedema êrîş û zulma terorîstan rastî karesat û koçberî û êşan bûn.
Şanazî ye ji bo me hemûyan ku Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyanê ye û divê bi himmeta hemû aliyekî em vê birayetî û pêkvejiyanê kûrtir û berfirehtir bikin.
Cejna we pîroz û hêvî dikim hûn herdem cejnên xwe di xweşî û aştiyê de pîroz bikin.
Mesûd Barzanî
13.12.2018”