Hewlêr-KDP.info- PDK û Tevgera Goran îro Çarşema 12.12.2018 li Hewlêrê civiyan û di wê hevdîtinê de çend mijarên girîng û hesas gotûbêj kirin û li ser 3 xalan lihev kirin. Ev jî naveroka wê civînê ye:
Yekem: Bihêzkirina pêwendiyên PDK û Tevgera Goran û rêxistina wan pêwendiyan li gorî qonaxa niha, û li gorî rewşa siyasî û abûrî ya Kurdistanê. Herwiha rêxistina pêwendiyên ligel hikûmeta Iraqê û welatên derdorê, ku bi şêweyekî giştî ev pêwendiyên dûalî di xizmeta pêşkeftin û parastina berjewendiyên mezin ên gel û niştiman de.
Duyem: PDK û Goran pêkve hewl bidin ji bo avakirina yekgotariya Kurdistanê derbarê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî, û rewşa niha li wan navçeyan bê çareserkirin, ew jî li gorî destûr û mafê hemûyan tê de parastî be.”
Sêyem: PDP û Goran derbarê avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê gotûbêj kirin û herdû aliyan yeknêrîn bûn ku qonaxa niha dixwaze ku ew yekrêz bin û divê nêrîna hemû aliyan liber çav bê girtin, herwiha pêwîst e pêngavên cidî bên avêtin ji bo baştirkirina jiyana xelkê Kurdistanê û zêdetir aramî û bawerî çêbibe û Herêma Kurdistanê bihêz bibe û xwe li ber astengiyan bigre.
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Tevgera Goran”