Hewlêr-KDP.info- Îro herdû polîtburoyên PDK û YNKê civiyan û di wê hevdîtinê de 4 xalên girîng gotûbêj kirin.
Îro Sêşema 11.12.2018 li Hewlêrê PDK û YNKê civiyan û di wê civînê de çend mijarên girîng û hesas derbarê rewşa niha gotûbêj kirin.
Yekem: Rêxistina pêwendiyên dûalî yên di navbera PDK û YNKê de bi awayekî baştir, ku ew pêwendî di asta qonaxa niha de bin, ku ji aliyê siyasî û abûrî û pêwendiyên dîplomatîk piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
Dûyem: Karê hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de di hemû astan de, û nehiştina astengiyan da ku çareserkirina pirsa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî û mijarên din, pêngavên baş bavêjin. Herwiha Kurd li Bexdayê bi şêweyekî bihêz û bi bandor amade bin.
Sêyem: Avakirina komîteyekê ku karê wê danîna projeyekê be ji bo rêxistina pêwendiyên PDK û YNKê, da ku xwedî helwesteke hevbeş bin derbarê Iraqê û derve û hindurê Kurdistanê.
Çarem: Herdû alî piştgiriyê bikin li komîteya taybet bi pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, ji bo peydakirina aramî û hukmraniyeke giştî li ser bingeha yasayê û hevbeşiya wan hemû partiyên ku di hikûmeta bê de beşdar bin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
11.12.2018