Hewlêr-KDP.info- Bi boneya 66.mîn salvegera damezrandina Yekitiya Afretên Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê belav kir û tê de got, di serweriya Hêzên Pêşmerge de cihê destê jinên Kurdistanê xuya ye.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê
Bi helkefta 66. salvegera damezrandina yekîtiya we Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer dikim.
Yekîtiya Afretên Kurdistanê hevmilê rol û erkê girîng ê çespandina mafên jinan e û dîrokeke pir bi şanazî jî li xebata neteweyî û niştimanî ya li serdema çiya û piştî raperînê de jî hebûye û di serweriyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî rol û cihê destê wan xuya ye.
Piştrast bin ku rêxistina we Yekîtiya Afretên Kurdistanê di paşarojê de dê bibe beşek ji fakterên pêşvebirina civakê û kar li ser perwerdeyeke dirust û xebatekî serdemiyane dike.
Dûbare pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
11.12.2018
Mesûd Barzanî