Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bi girîng û bi bandor wesif kir.
Îro Yekşema 09.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jon Wilks Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û astengiyên li pêşiya proseya siyasî hat gotûbêjkirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê behsa girîngî û dengvedanên serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî bo Bexda kir û ew serdan jî bi girîng û bi bandor wesif kir.
Her di vê civînê de tekezî li ser wê yekê kirin ku hikûmeta nû ya Iraqê û proseya siyasî ya piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê derfet û keşûhewayekî nû ya ji bo pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan û bicîhkirina maddeya 140 a destûra Iraqê aniye holê.
Di derbarê rewşa Kerkûkê de jî tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîst e hemû pêkhateyên Kerkûkê di birêvebirina wî bajarî de beşdar bibin.
Di beşeke din a vê civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser berdewamî û bihêztirkirina pêwendiyên welatê xwe yên ligel Herêma Kurdistanê û herwiha hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge û rêkxistina wê wezaretê, kir.
Rewşa parêzgeha Nînowa (Mûsil) û kêşeyên nîştecihên wî bajêrî û rewşa koçberan mijareke din a vê hevdîtinê bûn.