Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 17 FEB 2019 11:49 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî bo Abdulrehman Apo: Hêvî dikim êş û azarên Kurdan li Sûriyê bi dawî werin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Abdulrehman Apo kir û di wê hevdîtinê de hêvî kir êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê bi dawî werin.

Îro Çarşema 05.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Abdulrehman Apo kir.

Di wê hevdîtinê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe bi azadbûna Abdulrehman Apo ji zindanê nîşan da û ragihand ku cihê mixabiniyeke mezin e ku têkoşerekî wekî wî bi destê aliyekî Kurdî di zindanê de bû. Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku êş û azarên gelê Kurd li Suriye bi dawî werin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, di derbarê rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa Kurdan li wî welatî gotûbêj hatinkirin.

Serok Barzanî jibilî derbirîna dilgiraniya xwe ya di derbarê paşaroja Kurdan li Sûriyê û wiha got:“ Daxwaza me ji bo baştirbûna pirsa Kurd li Sûriyê tiştekî din bû, lêbelê bi sedema kar û biryarên yekalî û binpêkirina rêkeftinnameyên di navbera partiyê Rojavayê Kurdistanê de, niha rewşeke aloz û pir pirsgirêk û giriftan ji bo gelê Kurd li Sûriyê hatiye holê. Eve jî ji bo me hemûyan cihê mixabiniyeke mezin e.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

SATURDAY, 16 FEBRUARY 2019 18:02:50

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê civiyan û di wê civînê de herdû aliyan behsa rewşa navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin.

 
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanya: Divê mafê Kurdan li Sûriyê parastî be

SATURDAY, 16 FEBRUARY 2019 17:02:40

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanya civiyan û di wê civînê de herdû alî hevnêrîn bûn ku pêwîst e mafê pêkhateyan di pêşeroja Sûriyê de parastî be, di nav wan de jî mafê gelê Kurd.

 
Mesrûr Barzanî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir: Bila maf û asayişa Kurdên Rojava parastî be

SATURDAY, 16 FEBRUARY 2019 17:02:19

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Sûriyê civiyan û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku maf û asayişa Kurdên Rojavayê Kurdistanê parastî be.

 
Wezîrê Brîtanya: Pêwendiyên me û Hewlêr bihêz in..Alîkariyên me dê berdewam bin

SATURDAY, 16 FEBRUARY 2019 15:02:02

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson civiyan û di wê civînê de Williamson got ku pêwendiyên Brîtanya ligel Herêma Kurdistanê bihêz in û ewê berdewam bin li ser alîkarîkirina Kurdistanê.

 
Zerîf: Civîna min û Mesrûr Barzanî pir baş bû..Ez bi hikûmeta nû ya Kurdistanê geşbîn im

SATURDAY, 16 FEBRUARY 2019 15:02:29

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Munichê civiyan û piştî civînê Zerîf got: “Civîna me pir baş bû û ez bi hikûmeta bê ya Kurdistanê geşbîn im.”

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP