Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 21 APR 2019 20:01 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan (Ma ne wilo ye?)
| KDP.info


Konê Reş

Bi min xweş e ku bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (03.12.2018), 40 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî, ji rojnameya wî (Stêr), hejmara 3an, sala 1943'an, a ku li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî diweşand, girtiye, pêşkêşî we dikim û ez bi xêr û hûn bi selametî.

Fermo bixwînin:

“Ma ne wilo ye?.. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêşiya wî de zirav meke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko em ê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kişîne...

Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête sehkirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eşîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêşiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û goştê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî tiştekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hişyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xizmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..

Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîşan û şerpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê.

Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan”


Belê mîrê min! Wilo ye, gotinên te bi serê xwe rast in.. Hê jî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hê jî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be.




Nûçeyên din

Gundiyên Mexmûrê di bin rehma DAIŞê de ne û hewara xwe tînin cem Pêşmerge

SUNDAY, 21 APRIL 2019 19:04:48

Mexmûr-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Mexmûrê Yadgar Ehmed ragihand ku xelkê gundên Kurdan li sînorê Mexmûrê ji ber êrîş û gefên DAIŞê li ser gundên wan êdî dixwazin ji gundên xwe bar bikin û hikûmeta Iraqê jî wan naparêze, lewam jî hewara xwe tînin cem Pêşmerge.

 
Mesrûr Barzanî êrîşên terorîstî yên Sri Lankayê şermezar kir

SUNDAY, 21 APRIL 2019 18:04:42

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pirse û sersaxiyên xwe gehandine Balyozê Sri Lankayê yê li Bexdayê Raja Karan Singh.

 
Tevgera DAIŞê li derdora Kerkûkê zêde bûye..Hêzên Iraqê nikarin parastina Kerkûkê bikin

SATURDAY, 20 APRIL 2019 18:04:37

Hewlêr-KDP.info- Ev çend roj in ku careke din tevgera DAIŞê li derdora Kerkûkê zêde bûye û berpirsekî PDK li Kerkûkê jî dibêje, hêzên Iraqê nikarin parastina Kerkûkê bikin.

 
Ereb hêj li Kerkûkê erdê Kurdan dagîr dikin..Heşda Şeibî alîkariya wan dike

SATURDAY, 20 APRIL 2019 17:04:20

Kerkûk-KDP.info- Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 dagîrkirina erdê Kurdan ên li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 ji aliyê Ereban ve destpê kir û hêj berdewam e. Cotyarê Kurd jî daxwaz dikin ku bi hewaran ve biçin.

 
Serok Barzanî cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh pîroz dike

SATURDAY, 20 APRIL 2019 15:04:43


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de cejna Qiyame ya Hezretê Mesîh pîroz dike. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP