Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 20:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Neteweyên Yekbûyî: Hikûmeta nû ya Kurdistanê dê hikûmeteke çalak û bihêz be
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UN) Jan Kubis kir û di wê hevdîtinê de Jan Kubis ragihand ku li Ewrupa û li welatên rojava bi çavekî mezin berê xwe didin pêgeh û dîrok û xebata Serok Barzanî û malbata Barzanî. Herwiha got jî ku hikûmeta nû ya Kurdistanê dê hikûmeteke çalak û bihêz be.

Îro Sêşema 04.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.

Di wê hevdîtinê de ku Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîhatina karê xwe ya li Iraqê û xatirxwestin kirinê, serdana Serok Barzanî kiribû, spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema karê wî de piştevan û hevkar bûne jê re.

Herwiha pêzanînên xwe ji bo rol û pêgeha Serok Barzanî hebû û ragihand ku li Ewrupa û li welatên rojava bi çavekî mezin berê xwe didin pêgeh û dîrok û xebata Serok Barzanî û malbata Barzanî.

Di beşekî dinê vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekkbûyî behsa proseya siyasî ya Iraqê û serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bi girîng û erênî wesif kir û balkişand ser wê yekê ku ew serdan ji aliyê Iraqiyan ve bi serdemek ji bo çareserkirina kêşeyan û cihê hêviyê hatiye zanîn û bi pêwîst jî zanî ew derfeta ku li piştî serdana Serok Barzanî hatiye holê bê bikaranîn û Bexda jî bersiv û pêngavên erênî bavêje di derbarê sînor û petrol û kêşeyên din ê di navbera Herêm û Bexda.

Herwiha Jan Kubis pîrozbahî li Partiya Demokrat a Kurdistanê kir li ser biryara wê ya diyarkirina kandîdên kursiyên serokê Herêma Kurdistanê û serokê Hikûmeta nû ya Kurdistanê û tekez jî kir ku hikûmeta nû ya Kurdistanê dê hikûmeteke çalak û bihêz be.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî erk û keda Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Di derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda û serdana xwe ya Bexda de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku di hemû qonaxan de ji bo çareseriya kêşeyan peyama me peyama aştî û diyalog û ji hevdû têgihiştin bûye û piştî hilbijartinên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû derfeteke nû û hêviyeke nû çêbûye û ji bo çareserkirina kêşeyan jî pêwîst e bawerî bi diyalog û zimanê aştiyê hebe û di heman demê de jî nêteke paqij ji bo çareseriyan hebe. Diyalog û aştîxwaziya me jî nabe li ser hesabê pîvan û prensîp û babetên stratejîk yên me be.

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Adil Abdulmehdî nîşan da û hêviya wê yekê xwest ku ew hikûmet bikaribe kêşeyan çareser bike û xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê bike.

Herwiha di derbarê Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de jî, Serok Barzanî got ku diruşma PDKê Kurdistaneke bihêz e û em piştrast in ku hikûmeta nû ya Kurdistanê dê hikûmeteke bihêz be û di xizmeta xelkê de be û ji bo diyarkirina herdû kandîdên serokê Herêmê û serokê Hikûmetê xelkê Kurdistanê jî pêşwazî li biryarên PDK kirine.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact