Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, niha li Şingalê û derdora wê zêdetirî 52 hezar kes di rewşeke kambax de dijîn û metirsî li ser jiyana wan heye û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
Şingal niha di bin destê milîsên Heşda Şeibî û çekdarên PKKê de ye, ku nahêlin îdareya şeriî vegere Şingalê û xizmeta wî bajêrî bike.
Derbarê rewşa niha ya Şingalê, Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “13 hezar malbat vegeriyane Şingalê, ku hejmara wan zêdetirî 52 hezar kes e. Hemû di rewşeke xerab û kambax de dijîm. Metirsî li ser jiyana wan heye. Zivistan û serma hatiye û ti alîkarî negihaye wan. Herwiha riyên ku ji Herêma Kurdistnê diçin Şingalê, girtî ne û xelkê ku di Şingalê de ne, dorpêçkirî ne.”
Qayimeqamê Şingalê ji bo derbasbûna vê rewşa xerab a Şingalê, daxwaz ji rêxistinên navdewletî dike ku bilez bi hewara Şingalê ve biçin.
Mehma Xelîl tekez dike ku nexasim ew xelkê Şingalê yên ku li ser Çiyayê Şingalê dijîn û yên ku li kampa Serdeşt dijîn, ku hejmara wan 3 hezar kes e, rewşa wan pir kambax û xerab e.
Xelîl wiha got: “Sedema sereke ku rewşa Şingalê wisa xerab e, ew e hêzên ne rewa ew bajêr dagîr kirine û ne xizmet û ne ewlehî li wir nehiştine.”