Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 07:55 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Di 40 Saliya Koçkirina Wî
| KDP.info


Konê Reş
Werin, werin.. Werin em lehengekî din ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin.. Werin, em Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin. Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin..
Wî ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê (Roja Nû) û (Stêr) weşandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11'ê adara 1970'î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamostayê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê de..
Dawî, di roja 04.12.1978'an de li Parîsê, di dûrî û koçberiyê de, wek piraniya ap, bira û pismamên wî, Yezdanê mezin canê wî ber bi banê gerdûnê ve bilindkir û ji xwe re bir..
Erê werin, werin piştî 40 salî, em vî lehengê Kurd yê payebilind xwe bibîr bînin.. Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?!
Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercê jiyanê ne..
Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978'an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîşkî re li Parîsê, anku ew bê gore! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be. Rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact