Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 20:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî bo parlamenterê PKDê: Jiyana Pêşmerge û malbatên şehîdan xweş bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel parlamenterên fraksiyon PDKê civiya û di wê civînê de daxwaz ji wan kir ku xizmeta Pêşmerge û malbalên şehîdan bikin û jiyana wan xweş bikin.

Îro Çarşema 21.11.2018 Şiwêrmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel firakisyona PDKê ya li Parlamentoya Kurdistanê civiya û daxwaz ji parlamenterên PDKê kir ku li gor baweriya ku xelkê bi wan daye, tev bigerin.

Di civînê de Mesrûr Barzanî hevdem li gel pêşkêşkirina pîrozbayiyan, çend şîret jî pêşkêşî parlamenteran kir û balkêşande ser encamên herdû hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê û ragihand ku, rêjeya zêde ya dengên PDKê dengvedana kar û bername û xelata xelkê ye bo bernameyên siyasî, abûrî û civakî yên PDKê û got: “Ev yek ciyê serfiraziyê ye li cem me û pişta me bi vê baweriya han germ e.”

Di berdewamiya gotinên xwe de Mesrûr Barzanî behsa erkên parlamenteran kir û ragihand ku erkên gelek giran li ser milê we ye, ji ber ku pêwîst e di vê xola niha ya parlamentoyê de pergalek were bicîhkirin ku xizmeta Kurdistaneke bihêz bike û got: “Mezintirîn soz jî rastgoyî ye.”

Mesûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa jiyana Pêşmerge û malbetên serfiraz ên şehîdan kir û anî ziman ku pêwîst e di vê xolê de karên zêdetir bo xweşî û asûdeyiya jiyana Pêşmerge û dermankirina birînên malbetên şehîdan bikin û got: “Divê ev babeta han di ewleviyeta karên we debe, ev yek ne xêrkirine lê belê jiber wê yekê ye ku Pêşmerge sedemê man û berdewambûna gelê Kurdistanê ye û ev yek jî pirensîbeke mayinde ye.”

Mesrûr Barzanî behsa rêbaza Barzanî kir ku lêbûrîn, hevûdu qebûlkirin, yekdengî û bihevre jiyana aştiyane ye û tekez kir ku pêwîst e hûn nûnerê rastîn ên daxwaz û pêdiviyên xelkê û bîr û bawer bin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotinên xwe de behsa erkên tevahiya aliyan kir û ragihand: “Em hemû bi hevre xwediyê Kurdistanê ne. Pêwîst e hewl were dayîn bo jinavbirina çanda cudakirina welatiyan û desthilatê û divê karê me razîkirina xelkê be ne razîkirin filan û filan be.

Mesrûr Barzanî got: “PDK tevgereke cemawerî ye bo bidestxistina maf, jiyaneke baş û xweşgozeranî bo gelê Kurdistanê.”

Di wê civînê de herwiha Mesrûr Barzanî behsa dadweriya civakî kir û ragihand ku pêwêst e derfetên yeksan û hevbeş bo her kesî bêyî cudatî werin afirandin û lazim e weke desthilata zagonsaziyê û çavdêrîkirina desthilata cîhbicîhkar di tevahiya karên xwe de ligel tevahiya parlamenter hevahengî bikin jiber ku ew cihê ku tê de ne Parlamentoya hemû Kurdistanê ye û bi dengê xelkê Kurdistanê hatiye damezrandin û emanetek e li ser milê we.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact