Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 16 FEB 2019 05:21 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Êzdî: PKK karekî metirsîdar li Şingalê dike..Armanca wan ziyana Êzdiyan e
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto dibêje, PKK karekî metirsîdar li Şingalê dike û pêwîst e rê li pêşiya wan bê girtin. Berpirsê Asayişa Rojavayê Diclê Emîd Aştî Koçer jî dibêje, hebûna PKKê li Şingalê armanc jê tenê ew e ku ziyanê bighînin berjewendiyên gelê Kurdistanê û Êzdiyan.

Berpirsê Asayişa Rojavayê Diclê Emîd Aştî Koçer ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, gelek xelkê Şingalê vegeriyan ser mal û halê xwe, lê piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017 û dagîrkirina Şingalê, dîsa xelkê Şingalê koçber bûn, ji ber ku PKK û Heşda Şeibî li wir rewş pir xerab kiribûn.”

Aştî Koçer wiha got: “Hemû ew ziyan û zerera ku xelkê Şingalê dîtine, ji ber hebûna PKK ye li Şingalê, ku fermanên xwe ji Qendîlê distînin û armanca wan tenê ew e ku ziyanê bighînin berjewendiyên Kurdistanê û Êzdiyan.”

% 85 ji xelkê Şingalê û Êzdî li kampên Kurdistanê dimînin û heta niha ji tirsa revandin û girtina xortan ji aliyê PKKê ve, venagerin malên xwe. Ew Êzdiyên ku li Şingalê ne jî dixwazin koçber bibin û li kampan bicîh bibin, ji ber nebûna ewlehiyê û ji ber hebûna PKK û Heşda Şeibî.

Derbarê wê pirsê de, Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê bi ti awayekî qebûl nakin PKK bi kêfa xwe li Şingalê be û rê nede îdareya şeriî û rewa. Niha jî em li hêviya Hikûmeta Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê ne ku biryara xwe bidin, ji ber ku PKK nahêle îdareya Şingalê vegere.”

Seydo Çeto wiha got: “PKK dixwaze xelkê Şingalê dijayetiya hev bikin û ew yek metirsîdar e û pêwîst e bên rawestandin. Jibilî wê jî heta îdareya rewa ya Şingalê venegere Şingalê ti projeyeke xizmeta xelkê li navçeyê nayê kirin, ji ber ku ew wek parêzgeha Mûsilê bi ti awayekî kar ligel wan hêzên nerewa yên li Şingalê nakin û emê berdewam hewl bidin ku îdara rewa veger ser karê xwe.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Lavrov li Almanya civiyan

FRIDAY, 15 FEBRUARY 2019 18:02:00

Munich-KDP.info- Îro davê nîvro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov li bajarê Munich yê Almanya civiyan.

 
Encûmena Kerkûkê dê 18 mehê rewşa ewlehî û îdarî ya Kerkûkê gotûbêj bike

THURSDAY, 14 FEBRUARY 2019 19:02:08

Kerkûk-KDP.info- Roja 18ê vê mehê ku dê ji piştî dagîrkirina Kerkûkê bo cara yekem Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bicîve û rewşa ewlehî û îdarî ya wê parêzgehê gotûbêj bikin.

 
Hêmin Hewramî: %100 dê 18ê mehê parlemento bicive

THURSDAY, 14 FEBRUARY 2019 18:02:11

Hewlêr-KDP.info- Serokê Firaksiyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de Hêmin Hewramî ragihand, xalên hevbeş di navbera firaksiyonan gelek in ji bo roja 18ê vê mehê Parlemantoya Kurdistanê bicive û % 100 dê ew civîn birêve biçe.

 
PDK û Goran: Civîna me pir baş û cidî bû

THURSDAY, 14 FEBRUARY 2019 18:02:47

Hewlêr-KDP.info- Îro PDK û Tevgera Goran civiyan û herdû aliyan ragihandin ku civîna wan pir baş û cidî bû.

 
Tirkiye dixwaze pêwendiyên bazirganî ligel Kurdistanê bihêztir bike

WEDNESDAY, 13 FEBRUARY 2019 13:02:35

Duhok-KDP.info- Serokê Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Duhokê Eyad Hesen ragihand ku Tirkiye dixwaze zêdetir giringiyê bi têkeliyên xwe yên bazirganî ligel Herêma Kurdistanê bide û ji bo wê yekê jî çend pêngavên girîng avêtiye.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP