Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serfermandarê Hêzên Pêşmerge di Wezareta Pêûmerge de Lîwa Salar Cebarî ragihand ku proseya yekxistina herdû hêzên 70 û 80 yên Pêûmerge destpê kiriye.
Lîwa Salar Cebarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar ji Wezareta Pêûmerge derketiye ku di çarçoveya proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge de, hêzên Pêşmerge bên rêkxistin û di nav de jî herdû hêzên 70 û 80.”
Cebarî wiha got: “Ji bo yekxistina herdû hêzên 70 û 80 dem pêwîst e, lê dê kar ji bo wê yekê destpê bike û dê qonax bi qonax birêve biçe û dê ev prose berdewam be heta hemû hêzên Pêşmerge bibin yek di bin siya Wezareta Pêşmerge de.”