Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 12:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mehmûd Mihemed: Ji bo avakirina hikûmetê, nerînên me ji YNKê jihev nêzîk in
| KDP.info


 

Silêmanî-KDP.info- Piştî bidawîhatina civîna şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, Berdevkê PDKê Mehmûd Ehemd û Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de naveroka civînê aşkere kirin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Ehmed ragihand, dixwazin nerîneke hevbeş ji bo pêkanîna hikûmetê dirust bikin û dixwazin aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê cibicî bibe, da bibe sedema geşepêdana abûrî û jiyana xelkê.

Got jî: “Di civîna me bi şanda YNKê YNKê re me bîr û boçûnên xwe nîşan dan û komek xalên hevbeş di navbera me de hene û gelekî ji hev nêzîk in. Di wê baweriyê de ne di civînên bê de ew babet bi dawî dibin.”

Peyvdarê PDKê diyar kir jî, “Her îro bi Tevgera Goranê re jî dicivin û di rojên bê de serdana aliyên din ên dixwazin beşdarî hikûmetê bibin dikin. Em naxwezin ti aliyek bê dûrxistin.”

Li ser pêkanîna hikûmeta nû Mehmûd Ehemd ragihand, “Dixwazin kabîneyeke pêk bînin, ku daxwaza hemû gelê Kurdistanê bicih bike û ew sozên me dane bi xelkê bicih bînin.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê YNKê Seidî ragihand, “Di civînê de me tekezî li ser wê yekê kir, ku çawa sûdê ji şaşîtiyên berê bibînin û wan nehêlin. Dixwazin li ser bingeha karê hevbeş ê berê û sûdwergirtin ji şaşîtiyan, di kabîne nû de kar bikin.”

Tekez kir jî: “Wek YNKê hêla me ya sor li ser ti aliyekî ku dixwaze beşdarî hikûmetê bibe, nîn e.”

Herwiha got: “Kabîneya dahatû li ser bingeha guncandina bernameya hevbeş dibe, ji bo parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û xizmetkirina zêdetir ji xelkê Kurdistanê re.”


 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact