Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 21:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 
Îbrahîm Biro daxwazên Kurdan di nava Destûra Sûriyê de eşkere dike
| KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Biryar e destûreke nû ji Sûriya bê re bê amadekirin û hemû pêkhateyên sereke yên wî welatî tê de beşdar bin. Nûnerekî Kurd di nava opozisyona Sûriyê de dibêje, 2 nûnerên Kurdan di nava komîteya nivîsandina destûra nû de hene û ew razî nabin ku Sûriya nû ne federal be û herêmeke Kurdî tune be.

Welatên mezin û yên navçeyê gihîştine wê baweriyê ku berdewamiya şerê Sûriyê tenê ziyanê dighîne welatiyan û niha hemû hewl ber bi çareserkirina kirîzê ve diçin, ne bi aliyê jinavbirina rêjîma Beşar Esed, lewma jî niha biryar e ku danûstandinên cidî û birast li ser pêşeroja Sûriyê destpê bikin, ku Kurd jî ligel opozisyonê amadekariyê ji bo qonaxa bê dikin.

Yekem pêngav ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê danîna destûrekî nû ye ku mafê hemû hêz û pêkhateyên cuda tê de parastî be.

Derbarê wê pêngavê Îbrahîm Biro nûnerê ENKSê di nava şanda opozisyona Sûriyê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Komîteyek bo nivîsandina Destûrê nû yê Sûriyê pêk hatiye û Kurd jî tê de cîh digrin, lê hêj wê komîteyê dest bi karê xwe nekiriye. Ji aliyê opozisyonê û ji aliyê rêjîmê û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî dê di nivîsandina destûr de beşdar bibin.”

Beriya çend rojan komîteya nivîsandina Destûrê Sûriyê serdana Erebistana Siûdiyê kir ji bo ku hewl bide dest bi karê xwe bike, lê Îbrahîm Biro dibêje, rêjîma Sûriyê aliyê Neteweyên Yekbûyî di nivîsandina destûr de qebûl nake.

Biro wiha got: “Kurd di nivîsandina destûr de beşdar in û endamên Kurd di komîteya nivîsandina destûr de beşdar in, ku Kanîran Haco û Hewas Egîd endam in. Lê em wek Kurd ku pêkhateyeke sereke ne di Sûriyê de, rêkeftina me ligel opozisyona Sûriyê heye ku mafê gelê Kurd di Sûriyê de parastî be.”

Îbrahîm Biro daxwazên Kurd di nava destûrê Sûriyê de eşkere dike û dibêje: “Em rijd in ku di Sûriya nû de navêwelat ne Komra Sûriyê ya Erebî be, û ne jî welatekî komarî û navendî be. Îtîrafkirin bi mafên rewa yên gelê Kurd. Zilm û zora ku li ser gelê Kurd heye bê rahiştin û Sûriya bibe dewleteke federal û herêmeke Kurdî tê de hebe. Eger ew daxwazên Kurdan di destûr de neyên cîbicîkirin, em qet qebûl nakin, ku opozisyon bi wan daxwazên me raziye.”

Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact