Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta yekemîn salvegera destana mezina Sihêla û Mehmudiye, ku têda Pêşmergeyên qehreman, Kurdistaniyan parast û rê li dagîrkerî û plangeriya derekî û navxweyî girt, Serok Barzanî, li peyamek da ku tora civakiya Twitter a rêzdar de hatiye belav kirin, wê salvegerê bilind nirxand.
Eve jî naveroka wê peyamêye:
Îro bîst û şeşê cotmehê yekem salvegera destana mezina Sihêla û Mehmûdiye ye ku têda Pêşmerge dîrokeke nû ya bergirî û xwe neçemandinê tomar kir.
Spas ji bo wan qehremanên beşdarî wê neberdiyê bûn, hezaran silav ji bo wan şehîdên li wê destanê da xwîna xwe pêşkêşî gel û niştiman kir.