Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 12:29 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Em niha kar ji bo avakirina hikûmeteke bihêz dikin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Romanya li Iraqê Jacob Prada kir û di hevdîtina di navbera wan de ragihand, li Herêma Kurdistanê kar bo pêkanîna hikûmeteke bihêz dikin.

Di hevdîtinê de, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Romanyayê de hatin guftûgokirin.

Di derbarê pêwendiyên Bexda û Hewlêrê de, Mesrûr Barzanî amaje bi wê da, wek Kurd piştevaniyê li Adil Ebdilmehdî yê ku bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye spartin dikin û ragihand, divê Kurd di biryarên siyasî û çarenivîsaz de hevbeşeke rasteqîne be.

Her di wê hevdîtinê de, behsa qonaxa piştî hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê û pêwendiyên di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de hatin kirin.

Di wê derbarê de, Balyozê Romanya li Iraqê ragihand, ew Kurdistaneke bihêz û yekgirtî wek beşek ji çarçova stratejiya aramiya Iraqê de dibînin.

Di tewereke din de, Balyozê Romanyayê pêwendiyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê bi gelek baş binav kir, ku ew girîngiyê didin wan pêwendiyan, bi taybetî di warê aboriyê de ligel Herêma Kurdistanê berdewam dibin.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact