Hewlêr-KDP.info- Parlamenterê berê yê Kurdistanê Firset Sofî ragihand ku projeyek heye ji bo kêmkirina hejmara wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev yek jî erkê hikûmetê ji aliyê darayî ve sivik bike.
Firset Sofî ji malpera KDP.info re ragihand: “Projeyek hatiye amadekirin ji bo kêmkirina hejmara wezaretên Hikûmeta Kurdistanê, ku ji bi parlamento dê bê şandin. Ew jî beşek e ji projeya çaksaziyê li Kurdistanê, ku barê aborî li ser milê Kurdistanê sivik bike, lê divê Parlamentoya Kurdistanê wê projeyê pesend bike.”
Sofî wiha got: “Bi kêmkirina wezaretan dê karê hikûmetê baştir bibe û dê ji aliyê aborî ve jî xercî kêm bibin û dê hejmara avahiyên ku hatine kirêkirin kêm bibin û dê mesrefa otomobîlan kêm bibe.”