Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 11:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Xelkê Kurdistanê dengê xwe dan avakirina Kurdistaneke bihêz
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi helkevta ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û têde ragihand: “Kurdistaniyan deng da avakirina kurdistaneke bihêz.”

Îro Yekşema 21-10-2018, Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Encamên hilbijartinan derxist holê ku piraniya xelkê Kurdistanê piştgirî li hikûmetke bihêz û seqamgîr bi serkirdatî û pêşengiya Partiya Demokrata Kurdistanê dikin. Encam weke dengdanê ji bo pêşkevtina seqamgîriyê dibînim. Bi dîtina PDKê, encam amaje ye ji bo niştîmanperwerî, xweragirî û hêviya bo pêşerojeke geş.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî daxwazekê ji hêz û aliyên siyasî yn Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikim, ku bi rihekî aram û avaker ji bo parastina yekrêzî û tifaqê berdewam bin, dema ku em gotûbêjê li ser pêkanîna hikûmeta dahatî dikin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi hin hewlên parçekirina Herêma Kurdistanê û dibêje: “Em ji çend aliyan ve rastî milmilaniyan hatin, me xebat kir û em tûşî şaşiyan jî bûn, lê belê me yekgirtûyiya Herêma Kurdistanê parast, di demekê de ku xelkek hebûn ku hewl didan parçe parçe bikin. Me hevbeşiya xwe ya navdewletî bihêz kir, em di krîzeke aborî ya herî zehmet re derbas bûn, hêj jî em her di pêşkevtinê de ne. Kurdistaniyan roja 30ê Îlonê deng dane berdewambûna li ser vê pêşkevtinê.”

Cîgirê Serokê PDKê di berdewamiya peyama xwe de spasiya xelkê Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Ez spasiya xelkê Kurdistanê dikim, ku zêdebarî pênc salên derbasbûyî yên gelek dijwar, hêj baweriya wan bi hikûmeta wan maye.”

Nêçîrvan Barzanî hilbijartinên roja 30ê Îlonê yên parlamentoya Kurdistanê weke “pêngaveke mezin bo pêşkevtina Herêma Kurdistanê” bi nav dike û dibêje: “Welatiyên serbilind û xoştevî, spasiya we dikim bo beşdarbûna we di proseyeke demokratîk û aştiyane de, di roja 30ê Îlonê de û bikaranîna mafê xwe yê dengdanê. Ev pêncemîn hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê ye, em herêmeke nû ne, hêj di qonaxa avakirina demokrasiyê de ne, ev hilbijartin jî pêngaveke mezin bû ber bi pêş ve.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi başbûna şerûmercên jiyanê li Herêma Kurdistanê dike û dide xuyakirin: “Şertûmercên jiyana me ber bi baştirbûnê ve diçe li Kurdistanê, lê belê hêj jî bi vî awayî nîne ku em dixwazin, yan hêjayî we be. Erkê me di çar salên bihê de baştirkirina rewşê dibe bi şêweyekê berdewam.”

Di beşeke din a peyamê de, Cîgirê Serokê PDKê dibêje, ku gelê Kurdistanê para herî zêde ya dengê xwe yê demokratîk da PDKê û destnîşan kir, ji ber ku dîsan bo gelê Kurdistanê îsbat bû, ku “PDK di rojên dijwar de û di bin fişarên derve û navxweyî de, hertim li aliyê gel e, niştimanparêz e û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê di ser her tiştî re dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: “Encam xwasteke bihêz nîşan didin, bo pêkanîna hikûmeta bihêz û berdewambûna me li ser karê xwe. Gelê Kurdistanê bi aşkere, bi dengê bilind, bênîgeranî, para herî mezin a dengê xwe yê demokratîk û piştgiriya xwe da PDKê, ji ber ku dîsan ji wan re îsbat bû, ku ew partî di rojên dijwar de û di bin fişarên navxweyî û derve de, hertim li aliyê gel e, niştimanparêz e, pozbilind nîne, berjwendiya bilind a Kurdistanê hertim stêrka rênîşander a xebata wê bûye û dibe.”

Nêçîrvan Barzanî ji ber “hilbijatina nêrîneke erênî û niştimaperwar û dayîna şanseke nû bo baştirkirina karên hikûmetê”, spasiya hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê, bi Kurd, Tirkmen, Aşûrî, Kilda, Suryan, Ermen, Ereb, Kakeyî, Feylî, Şebek, Misilman, Êzidî, Mesîhî û Sabîe ve dike û dibêje, “bo çar salên bihê pêwîstiya me bi hikûmeteke seqamgîr heye.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact