Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 21 NOV 2018 01:29 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kanada li Iraqê kir
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info-  Roja çarşem 17.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Paul Gibbard Balyozê nû yê Kanada li Iraqê û xanima Nancy Bergern Konsola Kanada li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Kanada li Iraqê ku yekem Balyozê wî welatiye li Iraqê, pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Herêma Kurdistanê û serkeftina Lîsta PDK li Serok Barzanî kir û tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan girînge û pêgehekî xwe ya taybetî heye. Her wiha balkişand li ser sîstema siyasî û ezmûna federalîzma Kanada û daxwaz kir hevkarî û peywendiya di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê li warê sîstema îdarî û siyasî û karkirina wekheviya cinsî û cênderî û beşdariya çalak ya jinan de bê pêşxistin.

Balyozê Kanada xweşhaliya xwe jî nîşan da ku welatê Kanada li şerê dijî terorîstên Da'îş li gel Pêşmerge da beşdar bûye û eve jî xiste rû ku welatê wan li çarçêweya Nato de berdewam dibê li meşq û rahênana hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Kanada kir û spasî gel û hikûmeta Kanada jî kir ku li şerê dijî Da'îş da hevkarî û yarmetiyê pêşkêşî Pêşmerge kiriye. Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî ragihand bi pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Kanada û eve jî xiste rû ku li Herêma Kurdistanê hîç çetir û sêwanek ji bo beşdariya jinan li jiyana siyasî û aborî û civakî de nehatiye danîn û bi pêwîst jî zanî rola jinan li hemû warek da çalaktir bibê.

Damezrandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û her wiha proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê de bû.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera ji dayikbûna Pêxemberê Misilmanan kir

MONDAY, 19 NOVEMBER 2018 22:11:02

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna Pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Êzdî: PKK karekî metirsîdar li Şingalê dike..Armanca wan ziyana Êzdiyan e

MONDAY, 19 NOVEMBER 2018 19:11:11

Şingal-KDP.info- Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto dibêje, PKK karekî metirsîdar li Şingalê dike û pêwîst e rê li pêşiya wan bê girtin. Berpirsê Asayişa Rojavayê Diclê Emîd Aştî Koçer jî dibêje, hebûna PKKê li Şingalê armanc jê tenê ew e ku ziyanê bighînin berjewendiyên gelê Kurdistanê û Êzdiyan.

 
Hikûmeta Kurdistanê: Rewşa Şingalê ya xerab nayê qebûlkirin

MONDAY, 19 NOVEMBER 2018 18:11:55

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ew naxwazin ti pirsgirêk li Şingalê çêbibe lê ew rewşa xerab ya ku niha li Şingalê heye bi awayekî nayê qebûlkirin û divê Hikûmeta Iraqê wan hêzên nerewa mîna Heşda Şeibî û PKK ji wir derxîne û Hêzên Pêşmerge û polîsên federal li wir bicîh bibin da ku xelkê Şingalê vegerin ser mal û halê xwe.

 
Pêşmergeyên PDK û YNKê (70 û 80) dibin yek hêz

MONDAY, 19 NOVEMBER 2018 18:11:52

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serfermandarê Hêzên Pêşmerge di Wezareta Pêûmerge de Lîwa Salar Cebarî ragihand ku proseya yekxistina herdû hêzên 70 û 80 yên Pêûmerge destpê kiriye.

 
Şand Wezareta Pêşmerge li Hingarya çend mijarên girîng gotûbêj dike

SUNDAY, 18 NOVEMBER 2018 18:11:22

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Hevahengî û Pêwendiyên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku li ser vexwendineke fermî şandeke Wezareta Pêşmerge çû welatê Hingarya.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP