Hewlêr-KDP.info- Xelk û çalakvanên Kerkûkê dibêjin em xayinên 16ê Cotmehê efû nakin û daxwaza dadgehkirina wan xayinan dikin.
Şevê din û di salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê de, li Kerkûkê çalakvên Kurd û xelkê Kerkûkê pankart û tablo li ser dîwarên malan danîn, ku dirûşmên xwe li ser nivîsandibûn.
Roja 16ê Cotmeha 2017 milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê bi alîkariya aliyekî di nava YNKê de karîn Kerkûkê û gelek navçeyên Kurdistanê yên madeya 140 dagîr bikin.
Dirûşmên xelkê Kerkûkê yên ku şevê din bilind kirine, şermezarkirina wê xiyanetê û wê roja tarî ye.
Hêzên Pêşmegre 3 sala parastina Kerkûkê kirin ji êrîşên DAIŞê û gelek şehîd û qurbanî dan li dijî wan terorîstan.
Xelkê Kerkûkê û çalakvanên wê di wan dirûşmên xwe de dibêjin em xayinên Kerkûkê efû nakin û divê bên dadgehkirin.
Piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve, wan milîs û hêzan hewl da ku hemû Kurdistanê dagîr bikin, lê Hêzên Pêşmerge li başûrê Hewlêrê li navçeya Pirsê û li navçeya Sihêla ya başûrê Duhokê şerekî mezin kirin û karîn êrîşa wan ser Kurdistanê bişkînin.
Tê zanîn ku niha rewşa Kerkûkê û bi taybetî rewşa Kurdan li wir pir xerab e û Kerkûk di bin zilma çekdarên Heşda Şeibî de ye, ku Kurdan ku karê wan davêjin û li gundên derdora Kerkûkê jî erdê Kurdan ji wan distînin û didin Ereban.