Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 17 JAN 2019 10:37 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Fermandarê berê yê HSDê: Baweriya xelkê bi PYDê nemaye..Destê xwe datînin ser malên xelkê
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Fermandarê berê yê Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD) Husamedîn Ewak dibêje, baweriya xelkê li Rojavayê Kurdistanê bi PYDê nemaye û hêzên wan destê xwe datînin ser mal û milkê xelkê. Herwiha dibêje, tenê Serok Barzanî parêzerê berjewendiyên gelê Kurdistanê ye.

Di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info, ew fermandarê mezin ê berê di Hêzên Sûriyaya Demokrat de dibêje, her kesek ji bin fermana PYDê derkeve dê bikeve bin gefa PYDê de û dê çarenivîsa wî yan zindan be û yan kuştin.

Emîd Husamedîn Ewak, beriya ku dest ji HSDê berde, berpirsê pêwendiyên giştî yên HSDê bû û derbarê kirîza Sûriyê wiha got: “Rewşa Sûriyê bi giştî niha pir xerab e û ber bi xerbtir jî ve diçe, ku niha agir sekiniye û li hêviya bayekî ye ku ter û hişk bi hevre bişewitîne.”

Ewak wiha domand: “Sûriye û Tirkiye û Îran tevî ku nakokî di navbera wan de hene, lê rêkeftin jî di navbera wan de hene. Rêkeftinek di navbera wan de heye ku dawiya YPGê bînin û niha mana wê hêzê girêdayî şerê li dijî DAIŞê ye. Bi wateya ku YPGê bûye berdeska welatan ji bo şerê li dijî DAIŞê û eger ne ji şerê DAIŞê be ew welat ku niha alîkariya YPGê dikin, dê êdî piştevaniya wê nekin. YPGê jî ti garentî û itîrafeke navdewletî û ji ti welatekî ve bidestve neaniye û tenê li ber destê xelkê kar dike.”

Wî fermandarê berê yê HSDê ragihand: “Di serî de YPGê digot em hêza gel in û em ji bo gel hatine avakirin. Lê piştre bi zorê xwe li ser xelkê feriz kirin, ku biryarên wan ji Qendîlê ji wan re dihatin. Destê xwe datanîn ser mal û milkê xelkê. Her kesek li dijî wan bisekiniya winda dibû. Lewma jî baweriya xelkê bi wê hêzê nemaye. Êdî xelkê ji bin zilm û zordariya wan direvin û direvin bin hikmê rêjîma Esed.”

Husamedîn Ewak wiha got: “Derbarê şerê li dijî DAIŞê jî, YPG û HSD ti biryar di destê wan de tune ye û tenê Amerîka biryarê dide. Niha ew nemane û di operasyonên Dêrazorê û navçeyên derdora wê de ti pêşveçûn nekirine, ku Amerîkî li wir bê hêzên HSDê operasyonên xwe dikin.”

Ewak wiha domand: “Vegera Hêzên Pêşmergeyên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê pêngavek e ji bo rêxistina navmala Kurdî. Di serî de me biryar da ku hêzên Kurdî li Sûriyê bibin yek û ji bo wê yekê me şandek şand cem Serok Barzanî ji bo ku em pilaneke hevbeş ji bo parastina gelê Kurd deynin, û ji bo ku em PYD ji bin guvaşên welatên navçeyê û navdewletî derxînin, û ji bo ku pirsa Kurdî winda nebe, helbet ev hewl bi alîkariya Dr. Hemîd Derbendî bû, lê Qendîl li dijî wê derket û ew yek bi xiyanet binav kir.”

Wî fermandarê berê yê HSDê ragihand: “PYDê destê xwe danî ser mal û milkên min û talan kirin û piştre malbata min ji aliyê hêzên îstxbarata PYDê ve hatin zindanîkirin, lê bi alîkariya hevalên min di Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên navdewletî û çend çalakvanên siyasî yên Erebî û biyanî, em hatin azadkirin.”

Ewak behsa projeya rêxistina partî û hêzên siyasî yên Kurdî li Iraq û Sûriyê û navçeyê dike û dibîje: “Bi baweriya min bo rêxistina gelê Kurd û parastina berjewendiyên wî hizra ku Kurd xwe bighînin Deryaya Spî rastiyeke û rewa ye û ji mafê Kurdan e ku kar jê re bikin. Tenê Serok Barzanî jî dikare wê yekê bike, wî gelek qurbanî daye di ber gelê Kurd de û di ber Kurdistanê de û hemû xebata wî ji bo rêxistin û serxistina doza gelê Kurd e.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî di sersaxiya pêşmergeyê dêrîn Mihemed Qadir de beşdar bû

WEDNESDAY, 16 JANUARY 2019 17:01:19

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî beşdarî di sersaxiya Mamoste Mihemed Mela Qadir de beşdarî kir.

Mesrûr Barzanî: Divê partiyên Rojavayê Kurdistanê rêkeftineke nû ava bikin

WEDNESDAY, 16 JANUARY 2019 17:01:34

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Operasyonên Hevbeş yên Taybet li Iraq û Sûriyê civiyan û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî got, pêwêst e partiyên Rojavayê Kurdistanê rêkeftineke nû di navbera xwe de ava bikin ji bo ku mafê gelê xwe di guhartinên Sûriyê de misoger bikin.

 
Seyda: Kambaxiya ku hatiye serê Rojavayê Kurdistanê, ji destê PYDê ye

TUESDAY, 15 JANUARY 2019 18:01:45

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê dibêje, ew kambaxiya ku hatiye serê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, hemû ji destê PYDê ye.

 
PDK û Goran: Divê hikûmeta nû ya Kurdistanê bilez bê avakirin

TUESDAY, 15 JANUARY 2019 18:01:19

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê piştî bi civîna wan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û tê de gotin ku ew daxwaz dikin hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bilez bê avakirin.

 
Wezîrê Derve yê Fransa: Kêfxweş im ku Barzanî dostê min e

TUESDAY, 15 JANUARY 2019 18:01:14

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dibêje: “Ez kêfxweş im ku kesekî wekî Serok Barzanî dostê min e.”

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP