Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî 13mîn Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Pertûkan vekir.
Îro 10/10/2018an, 13mîn Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Pertûkan, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat vekirin.
Di pêşangehê de, wê bêtirî 250 dezgehên çapkirin û weşanê, bi bêtirî 700 hezar pertûk beşdarî bikin ku bi çendîn zimanan hatine nivîsandin.
Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Pertûkan, ji îro 10 mehê ve û heya 20ê vê mehê wê berdewam be û nêzîkî 35 welat bi riya 250 dezgehên çapkirin û weşanê têde beşdar dibin.
Beşek ji wan dezgehên weşanê, ji welatên dûr hatine û didin xuyakirin, ku wan ezmûnek li gel xwendevanên Kurdistanê peyda kiriye.