Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis de ragihand, hevbeşiya rasteqîne îradeya siyasî dide hikûmetên Hewlêr û Bexdayê.
Di vê hevdîtinê de, dawî pêşhat û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin, di wê derbarê de Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya binemaya hevbeşiya rasteqîne da, ku îradeya siyasî dide her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqa federal bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de mane.
Derbarê hilbijartinên 30î Îlonê yên parlemantoya Kurdistanê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê hevnerîn bûn li ser girîngîpêdana Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Kurdistanê bi giliyan û ragihandina encamên dawiyê di zûtirîn dem de.
Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û navçê, beşdariya tevahiya pêkhateyan û cibicîkirina destûrê hatin guftûgûkirin.