Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 06:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: YNK yekrêziya Kurdistanê têk da..Pêngava YNKê destpêkeke metirsîdar e
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê awayê hilbijartina Serokomarê Iraqê de ragihand, Ewê ji me re cihê nîgeraniyê ye, ew e ku ev post li derveyî îdareya Kurdistanê û hêzên siyasî yên Kurdistanê û ji aliyê xelkekî din bê yekalîkirin. Herwiha got jî, YNKê yekrêziya Kurdistanê xera kir û ew tişta ku wê partiyê kir destpêkeke metirsîdar e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, aramî û ewlehiya xelkê gelekî girîng e, heger teqe di demên ragihandina encamên hilbijartinê bêne ragihandin, ew diyardeyeke gelek ne şîrîn e.

Derbarê postê Serokomarê Iraqê de, Nêçîrvan Barzanî got: “Posta Serokomar mafê Kurdan e û me hemû hewl dan, ji bo ku yekrêziya Kurdan li Bexdayê têk neçe.”

Herwiha got: “Bi nerîna me wek PDKê, divê ev post di nava firaksiyonên Kurdistanî yên di parlemantoya Iraqê de bihata yekalîkirin. Ew mîkanîzma ku di xulên berê de bûye, bi me xweş bû, ku vê care jî biba. Di xula bûrî de, di navbera 2 berbijarên YNKê de pirsgirêk hebû, bi dengdana di nava firaksiyonên Kurdistanî de berbijarê wê postê hat yekalîkirin.”

Got jî: “Ewê ji me re cihê nîgeraniyê ye, ku ev destpêkeke metirsîdar e, metirsî di wê de ye, ku ev post li derveyî îdareya Kurdistanê û hêzên siyasî yên Kurdistanê û ji aliyê xelkekî din bê yekalîkirin. Dibe 4 yan 8 salên din Kurdek xwe bike berbijarê wê postê, lê ti pêwendiya wî bi Herêma Kurdistanê ve nebe û ji aliyê xelekî din ve bê hilbijartin. Ewê biraderên YNKê kiriye, ji bo pêşeroj û rewşa Kurdistanê metirsîdar e.”

Tekez kir jî: “Heger me daxwaza wê postê kiriba, welatên derve daxwaz kirin ku ez xwe bikim berbijarê wê postê, lê min nekir, ji ber ku ew ne pirseke kesayetî ye, bingeha awayê hilbijartina Serokomar şaş e ku li derveyî îradeya gelê Kurd û ji aliyê xelkekî din ve bê hilbijartin. Şîeyan karîn xwe yekalî bikin, bi me ne şîrîn bû ku bi 2 berbijaran biçin hola parlemantoyê.”

Herwiha got: “Em bi biraderên YNKê re berdewam di guftûgoyan de de bûn. Me hemû nermî ji wan nîşan da. Çi gotin, me got em razî ne, lê bi mercê bi yek berbijarî biçin Bexdayê. Di dawiyê de daxwaz ji me kir ku hin postên herênê jî bidinê, me got ew jî ne pirsgirêk e, ev yek tenê ji bo yekrêzî têk neçe û neçe qalibê kê deng zêdetir aniye û kê kêmtir aniye, ji ber ku ew ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye. Pirs ne ew e ku PDKê li hember YNKê şikest, belkû ziyan gihîşt hemû gelê Kurd, ji ber ku YNK bi tekalî ew kar kir û ev destpêkek ne baş e ji bo Kurd.”

Derbarê dabeşbûna Herêma Kurdistanê li ser du îdareyan, Nêçîrvan Barzanî got: “Kes behsa 2 îdareyê nake. Em qewareyeke destûrî ne. Em wek Herêma Kurdistanê berdewam dibin. Dibe ku tişt wek nebin, heger li hilbijartinan binirin, ew tiştê ku divêbû em wek PDKê bi tenê biryarê li ser bidin, bi hevbeşî me biryar li ser da. Di dema kursiyên wan kêm bû, me bi hev re hikûmet pêk anî. Niha wiha pê diçe ku ew birader ber bi piranî û kêmanî ve diçin, bêgûman PDK jî hesabên xwe li hember wî tiştî dike û li ser binemaya nû serederiyê bi YNKê re dike, lê du îdareyî ne babet e.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact