Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 19:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK: Serokmar vê carê nûneratiya gelê Kurdistanê nake
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û ragihand, tişta ku vê carê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye, têkdana lihevkirina siyasî bû, ev jî destpêkeke xirab e.

Îro 3-10-2018 Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya û pêdaçûn di proseya siyasî ya Iraqê û bûyerên vê dawiyê ji rewangeha parastina yekrêzî û navmala Kurdî û çareserkirina pirsgirêkan de, kir.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat, “Derbarê hilbijartina Serokomarê Iraqa Federal de, em tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku Serokomar ji destkefta gelê Kurd bû û ne pişka ti partiyeke siyasî ye. Herdem jî ew kursî di çarçova lihevkirina partiyê siyasî yên Kurdistanî de bû û dihat yekalîkirin. Lê vê carê ew tişta ku vê carê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kiriye, têkdana vê lihevkirinê bû, ev jî destpêkeke xirab e.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PDKê wiha domand: “Ji ber wê jî, em vî kursî û awayê danîna vê carê ya serokmar, wek nûneratî û mafê gelê Kurdistanê nabînin. Herwiha em dibînin ku pêngava YNKê deriyek vekir ku xelkên din, ne nûnerên gelê Kurdistanê, biryarê li ser wî mafê me bidin.”

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de Polîtburoya PDKê ragihand: “PDK bi girîngî li pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dikir û beşdarî gotûbêjan jî bûye, bi taybet jî ku bi girîngî dizane ku di Iraqa nû de her pêkhateyek bi mafên xwe yên destûrî, bighê. Lewma jî em niha pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi hûrî dişopînin û em di dema guncayî de biryara pêwîst li ser didin.”

Attachments area
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact