Ranya-KDP.info- Li bajarê Ranya yê ser bi Silêmaniyê ve, YNK hêzeke çekdarî biriye ser navendên hilbijartinan û sextekarî û tezwîreke mezin kirine.
Berpirsê Şaxa 11 ya PDKê li Raperîn Hîwa Geylanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Ranya binpêkirin û sextekarî hatiye kirin. YNK hêzeke çekdarî biriye ser navendên dengdanê û zextê li welatiyan dikin ku dengê xwe bidin YNKê û li karmendên komîsyonê jî dane.”
Hîwa Geylanî wiha got: “Me ji komîsyonê re gotiye ku sextekarî li Ranya tê kirin û komîsyon jî dizane ku li karmendên wan dane û emê gilî bikin.”