Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 19:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK: Kursiyê serokomarê Iraqê vê carê yê me ye
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de derbarê kursiyê Serokomartiya Iraqê de, bersiva Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dide û radigihîne, “Me di civînên li gel biraderên YNKê de, her dem tekez kiribû, ku ew post beş û destkefta gelê Kurdistanê ye û ti carî li ser partiyekê nehatiye tapokirin.”

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hatiye: “Di dawîn civîna me de jî, li baregeha Kak Kosret, me careke din ev babet bi we re gotûbêj kir. Me bi zelalî ji we re got: Ji ber ku çend carên berê kursiyê Serokomar a YNKê bû, em dixwazin ku vê carê ev kursî yê PDKê be û YNK kursiyên din dagire.”

PDKê dibêje: “Biryar wiha bû ku di nava xwe de guftûgoyeke zêdetir li ser vê babetê bikin û piştre bersiva me bibin, lê mixabin me di daxuyaniyekê de bihîst ku we takalî û bê şêwira bi partiya me û aliyên din ên Kurdistanê re û bê guhdana ji daxwaza me re, we kak Berhem Salih vegerand nava YNKê û we kir berbijarê kursiyê Serokomar. Ji ber wê jî em matmayê man ku YNKê çûna şanda me bo Bexdayê bi helwesteke takalî dizanin.”

Di beşeke din a Daxuyaniyê de hatiye: “Di rastiyê de pêdagiriya YNKê li ser wergirtina vê postê, ti bihaneyeke wê ya bingehîn nîn e, heger behsa rêkeftina sala 2005an a di navbera Serok Barzanî û Mam Celalê rihmetî dikin, niha ne Serok Barzanî Serokê Herêmê ye û ne ew kursî ji Mam Celal re ye û tevahiya mercan hatine guhartin, ji bilî wê, gelek ji birgeyên wê rêkeftina çarxalî û rêkeftina stratejîk a 2007an jî, ji aliyê YNKê ve demek e hatine piştguhkirin. Jixwe heger destkeftên hilbijartinan pîvan bin, tê zanîn ku PDK wek hêza yekem e û hêjayî ye postên bilind werbigire.”

Polîtburoya PDKê radigihîne jî, “Em daxwaz dikin PDK kursî Serokomar werbigire, şerê me ne ji bo pile û paye ye û dîrok bîner e ku em ti carî xwazyarê pile û kursiyan nebûne. Lê mebesta me ew e, bi piştevaniya hemû aliyan wiha bikin, niha û pê ve ew kursî û rol karîgeriyeke wê ya baştir hebe û berevanîkar ji berjewendiyên Kurdistan û miletê me re be, ne ku bêkarîger û bêmifa be.”

Di dawiyê de hatiye, “Em niha jî daxwaza yekrêzî û bihevrebûnê dikin. Daxwaza me ew e, ku biraderên YNKê li hûrkariyên dawîn civînên di navbera me de vegerin û hêvîdar in ew daxuyaniya bi navê Polîtburoya YNKê hatiye belavkirin, ne helwesta hemû YNKê be.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact