Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Bexdayê peywendiyeke telefonî encam dan û proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.
Êvara Şemiyê (22-09-2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peywendiya telefonî de pêşhatên rewşa siyasî û siberoja proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û li ser hilbijartinên desteya serokatiya Parlementoya Iraqê û hewldanên ji bo hilbijartina serokomarî û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê axivîn.
Herdu aliyan tekezî li ser siftkirina hewldanan ji bo serxistin û pêşvebirina proseya siyasî ya Iraqê kirin û hêvî xwestin ku qonaxa dahatû ya Iraqê, qonaxa seqamgîriya siyasî û ewlehiyê be û hikûmet û desthilata nû ya Iraqê rengdana daxwaz û mafên hemû pêkhateyên Iraqê be.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bal kişandiye ser giringiya rola çalak û berçav a Herêma Kurdistanê di beşdariya proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna her sê serokatiyên welat.
Herwiha gotûbêjkirina peywendiyên Amerîkayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhat û pêşveçûna herî dawî yên Iraqê û herêmê, beşeke din a mijarên peywendiya telefonî ya navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.