Bexda-KDP.info- Di civînekê de, Nêçîrvan Barzanî û Serokê Lîsta Elweteniye Eyad Elawî proseya siyasî û avakirina nû ya Iraqê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Elawî li Bexdayê civiyan û di wê hevdêtinê de herdû aliyan pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û tekezî li ser giringiya proseyeke siyasî tendirust li welat kirin, ku bikaribe bi serkeftî kar ligel qonaxa bê ya Iraqê bike û bi ser kêşe û pirsgirêkan biser bikeve.
Herdû alî yeknêrîn bûn li ser wê yekê ku li ser bingeha tifaq û hevbeşî û hevsengiyê û ji bo berjewendiya Iraqê û hemû pêkhateyan, aliyên siyasî hevkar û hevaheng bin ji bo ku serokomar û hikûmeta nû li ser bingeha parastina maf û berjewendiyên hemû pêkhateyên Iraqê diyar bibin.