Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 16 APR 2024 16:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Zanist, xwendin, zanyarî bingehên Kurdistaneke bihêz in
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ahenga bi helkefta derçûna Xwendekarên Zaningeha Dihokê de, gotarek pêşkêş kir. Pîrozbahî gihandin xwendevan, kesûkarên wan, Mamosteyên Zanîngehê û Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî liser giringiya zanist û pêdiviya wê di proseya pêşkeftina civatî û niştimanî de rawestiya. Xebata Zanîngeha Dihokê ji dema damezrandina wê ji sala 1992an ve bilind nirxand. Bibîr anî ku: “Serokê Zankoyê serdana Serok Barzanî kir û got ku: Ger piştevaniya darayî nebe ew nikarin karê xwe bikin û Zankoyê pêş de bibin. Cenabê Serok jî ferman da, ew pereyê ku pêwîst bû, bo lêçûnên Partî bên xerckirin, bo Zankoyê bê terxankirin. Ji wê rojê heta niha, Zankoya Duhok berdewam li ser kar û pêşveçûna xwe ye."

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê da zanîn ku, Kurdistana bihêz, bi kesayetiyên bihêz dikare bibe xwedî binyat. Giringiya zanistiyê di vê proseyê de wekî pêwîstî binav kir. Zanist, xwendin, zanyarî bîngehên Kurdistanek bihêz lidar xist.

Mesrûr Barzanî, di vê proseya Kurdistanê de, zanîna berxwedana Kurdistanê, cangoriyên Kurdistanê, ewleyiya ku Pêşmerge durist kiriye bi pêwîst biwesif kir. Diyarkir ku: Baştirîn wefa ji bo şehîdên Kurdistanê parastina welat û pêşxistina wê ye. Kurdistan bigihe qonaxek weha ku rihê şehîdan şad be.

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, proseya hilbijartinên Kurdistanê jî nirxand: “Çend rojên din em rûbirûyî ezmûnek din dibin, ku çarenivîsa miletê me û hikûmeta çar salên dahatû diyar dike. Divê hûn xwediyê wê biryarê bin ku baweriya we bi kê tê ku hikûmeta nû pêk bîn e.
Mesrûr Barzanî got, "Dengê xwe bidin wan kesan ewên ku bi salane bergiriyê li ber vî welatî dikin ku wan kesan bergirî li we dikir û çaverê ne ku hûn wan xelat bikin."
Di dawiya axaftina xwe de Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwendevanan kir û serkeftin ji wan re xwest.




Nûçeyên din

Dr. Ebdulbasit Seyda: Rola Serok Barzanî ji bo Kurdan roleke dîrokî ye

MONDAY, 15 APRIL 2024 20:04:58

Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û siyasetmedarê navdar ê Kurd Dr.Ebdulbasit Seyda di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand: “Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn çêdibin û em di qonaxeke nû de ne. Di warên cografî, leşkerî, gaz û petrolê de, guhertin tên holê. Her kes dixwaze ji vê qadê bêpar nemîne, lê yên ku ji van guhertinan re nehazir in, tenê Kurd in. Navçe tê guhertin û kesên mexdûr xelkên asayî û lawaz in. Xelkê Rojavayê Kurdistanê rastî zilmeke mezin hatine, ku bêtirî milyonek kes koçber û penaber bûne. Rê vekirî be dê xelkê ku mane jî bar bikin.”

Sîhad Barzanî serkeftin ji bo fermandarê nû yê Almanya li Kurdistanê xwest

MONDAY, 15 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Ferîq Sîhad Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Almanyayê yên li Herêma Kurdistanê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya serdana Sûdanî ya Amerîkayê dikin

MONDAY, 15 APRIL 2024 18:04:31

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi temamî piştgiriya serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Amerîkayê dikin.

 
Serok Barzanî: Armanca Enfalê jinavbirin, wêrankirin û qirkirina gelê Kurd bû

SUNDAY, 14 APRIL 2024 15:04:49

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di 36 saliya Enfalê de peyamek belav kir û tê de ragihand: Her çend e encamderên Enfal û tawanên din têk çûne û ketine zibildana dîrokê, lê şopa jenosîd û zulma li dijî gelê me her mane û birînên gelê me derman nebûne.

 
Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfalê de bangî Bexda kir: Qurbaniyan qerebû bikin

SUNDAY, 14 APRIL 2024 15:04:07

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê de got, “Em careke din bangî Hikûmeta Îraqê dikin ku qurbaniyan qerebû bike.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact