Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 02:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Dê rojekê xewnên me pêk werin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand: “PDK tê wateya Pêşmerge. Pêşmerge jî gelek qurbanî ji bo armanca PDKê dane. Ji ber vê jî berdewam PDK biser dikeve. We ji hemûyan re piştrast kir ku PDK pêşrew e û dê her pêşrew jî bimîne. PDK qet naşke û nakeve û dê her serkeftî be. Xewnên me rewa ne, eger îro ew xewin pêk neyên dê sibe pêk werin.”

Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê di bangeşeya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de axivî û wiha got: “Piştgiriya PDKê bikin ji bo ku PDK paşeroja Kurdistanê birêve bibe. Bi piştevaniya we dê PDK bimîne partiya cihê herî baweriyê li Kurdistanê. PDK tê wateya Pêşmerge. Pêşmerge jî gelek qurbanî ji bo armanca PDKê dane. Ji ber vê jî berdewam PDK biser dikeve. We ji hemûyan re piştrast kir ku PDK pêşrew e û dê her pêşrew jî bimîne. Hûn pişta PDKê ne.”

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “PDK navê Kurdistanê û doza gelê Kurd li dinyayê belav kir. PDK bû ew partiya ku hişt neyarên me neçar bibin ku danûstandinan ligel me bikin. PDK tekane partiya siyasî ye li Rojhilata Navîn ku rojekê jî derew li xelkê xwe nekiriye. Me gelek caran berdêl û baca rastiya xwe daye. PDK qet naşke û nakeve û dê her ber bi serkeftinê ve biçe. Serkeftina PDK serkeftina Kurdistanê ye. Li Kurdistanê zindanên siyasî tune ne, ma li kîja welatên navçeyê ev azadiya ku li Kurdistanê tê dîtin, heye? Di paşerojê de jî em dixwazin civaka Kurdistanê bi awayekî pêş bikeve ku ti kes û aliyekî derve nikaribe bandoreke xerab lê bike. Divê dagîrkirn Kurdistanê ji neyaran re bibe xewnek û ew xewin jî bi wan re bê veşartin.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Dengê xwe bidin PDKê ji bo aboriyeke bihêz û avedaniyeke mezin û ji bo mirovê Kurd di asteke mezintir debe, ji bo ku gelê Kurdistanê her pêşkeftî be. Piştrast bin ev kirîza aborî ya li Kurdistanê denkî ye û dê ew jî derbas bibe. Hebûna kesên nerazî li Kurdistanê nîşana hêviyên mezin e li Kurdistanê. Em şanaziyê bi xelkê xwe yên zindî dikin. Hinek alî berdewam hewl didin ku PDKê bişkînin, lê qet wê rojê nabînin. PDK hêza yekem e li Kurdistanê û bi piştevaniya gelê Kurdistanê dê PDK her hêza mezin û yek li Kurdistanê bimîne. Xewna PDK ji bo gelê Kurdistanê ye û xewnên me rewa ne, eger îro ew xewin pêk neyên dê sibe pêk werin. Kurdistan buheşta me ye û em nadin bi hemû dinyayê. Wek Serok Barzanî jî dibîje, em xwe ji kesî re naçemînin, lê ne tenê carekê 100 carî em xwe ji gelê Kurdistanê re diçemînin.”

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact