Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 17:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Referandum îradeya gelê me ye û cihê xwe girtiye..Me nêrîna xwe gihand hemû cîhanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ragihand, PDK xwediyê armanceke stratejîk e û li gorî siyaseta rojê helwestan neguhere û bi ti awayî jî ji armancên stratejîk pêngavan paşve nahavêje. Herwiha got jî, “Gelê me bi encamdana referandumê nêrîna xwe gihande hemû cîhanê. Ew (referandum) îradeya gelê me ye û cihê xwe girtiye.”

Di civînekê de li gel kadroyên PDKê liqên sînorê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî ragihand: “Her kes û aliyekê armanceke stratejîk hebe, divê amade be ku canê xwe di ber de bike qurbanî, lewma PDK hertim ji bo parastin û bexteweriya gelê me de qurbaniyan dide.”

Derbarê birêveçûna hilbijartiên Kurdistanê de jî Serok Barzanî dibêje: “Bi piştevaniya gelê xwe, PDK dê serkevtineke mezin bi dest bixe û bi vê serkevtinê jî dê hikûmeteke bihêz û xurt çê bibe ku dê bikar çaksaziyên bingehîn di hemû warên jiyana siyasî, aborî û îdarî ya Herêma Kurdistanê de bike.”

Li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî, Serok Barzanî da xuyakirin: “Em, bi berdewamî baweriya me wiha bûye, ku heta em li gel Iraqê bin pêwîst e me baştirîn pêwnedî hebin û hertim aştî û gotûbêj bijardeya me bûye, berê lidarxistina referandumê jî me çend caran ragihand, ku em dixwazin bi gotûbêjê kêşeyên navbera xwe çareser bikin û piştî referandumê dest bi gotûbêjeke ciddî bikin, lê mixabin wan deriyên gotûbêjê daxist û zulm li gelê me kirin û niha jî poşman in.”

Serok Mesûd Barzanî aşkere jî kir: “Desthilatdarên Bexdayê hewl dan, ku kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê veguhêzin nava xelkê heta ku bibe kêşeya netewan, lê bi keyfxweşî ve encamên hilbijartinên meha Gulana bihorî ew yek derxist holê, ku xelkê Iraqê li gel wan nînin û çewaşekariyên wan bawer nekirine û ew kes siza dan, ku gelê Kurdistanê êşandibûn.”

Di beşeke din a axavtina xwe de, serok Barzanî diyar kir: “Gelê me bi encamdana referandumê nêrîna xwe gihande hemû cîhanê ku ev xwasteka wê ye û bi wê yekê jî ti tawanek nekiribû ku bi wî awayî were cezakirin. Ew (referandum) îradeya gelê me ye û cihê xwe girtiye.”

Derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê û Iraqê û hilbijartinên meha Gulana îsal ên bo parlamentoya Iraqê de jî, Serok Barzanî destnîşan kir: “Her çiqas ku nehezan hizir dikir ku Partiya Demokrata Kurdistanê ji ber piştevaniya xwe ya temam bo referandumê ketiye jêr fişarên cur bi cur ên aborî û siyasî û dê tûşî şikestê bibe, lê belê bi keda kador, endam, alîgirê Partî û cemawerê gelê me, PDKê karî dengê yekem li ser asta Kurdistanê û Iraqê misoger bike û bibe partiya yekem li ser asta Iraqê.”

Têkildarî danûstandinên niha yên navbera aliyên siyasî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî, serok Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku piraniya aliyên Bexdayî bi baş dibînin ku encûmeneke bilind siyaseta stratejîk xêz bike, ku biryarên stratejîk ji wê encûmenê derkevin û aliyên Kurdistanî jî têde beşdar bin.

Serok Barzanî herwiha got: “Ev pêşniyar li gorî me jî qebûlkirî ye, çimku dibe garantiyek bo parastina mafên pêkhateyên Iraqê û rêgirtin ji biryarên tekrewane.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, serok Barzanî da zanîn, ku pêwîst e hikûmeta Iraqê li ser sê prensîpên sereke, şirîkatiya rasteqîne di biryardanê de, ku bi hebûna encûmena bilind a siyasetên stratejîk tê garantîkirin, pabendbûna bi lihevkirinê di derxistina yasayan û ragirtina hevsengiyê li hemû sazî û dezgehên hikûmetê û di navbera pêkhateyan de.

Serok Barzanî amaje bi bangeşeyên hilbijartinan jî kir û kadorên PDKê han da, ku “pabendî yasayan bin, bi aramtirîn şêwe bangeşeya hilbijartinan birêve bibin û bersiva sivikatî û bêrêziyê nedin, dema ku li cihekê din wêneyên kandîdên PDKê didirînin, hûn ku dibînin wêneyên kandîdên we ketiye ser erdê, wêneyên wan rast bikin.”

Serok Barzanî herwiha di vê hevdîtinê de “spasiya rola kadroyên PDKê kir, ku bi xweragirî û bawerbûna bi xwe di dema tengasiyan de berdewam di sengerên parastina Krudistanê de ne. Herwiha spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê qehremaniya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di şerê DAIŞê û şerê berevanîkirina ji keramet û axa niştiman de kir, û ragihand: “Em hemû deyndarê pêşmerge ne, çimku tenê pêşmerge bû ku hemû hevkêşe guhertin û Kurdistan parast.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact