Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 09:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Çaresernekirina bingeha pirsgirêkan li Iraqê, metirsiyeke mezin e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, çaresernekirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkên li Iraq û navçê, ligel sedemên civakî û aboriyê ve, metrisiyên cidî li ser pêşketinên ku di şerê li dijî teroristan de bidest hatine, dirust dike.

Îro 12-9-2018 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Fermandariya Hêzên Operasyonên Taybet ên Kanada Reter Dawe û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, ji bilî gotûbêjkirina dawî pêşhatan û hevbeşiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan li Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Kanadayê kir ji bo piştevanî û hevkariya ligel Herêma Kurdistanê di şerê teroristên DAIŞê de û pêşwazî li rijbûna û tekezîkirina General Peter Dawe kir ku ragihand, welatê wî wek hevbeşekî bihêz di şerê jinavbirina teroristan de berdewam dibe.

Her di vê hevdîtinê de, behsa sedemên zêdebûna tevgera teroristan li Kerkûk, Diyala, Mûsil û Enbarê hate kirin, di wê derbarê de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekezî lê wê kir û ragihand, çaresernekirina sedemên bingehîn ên pirsgirêkên li Iraq û navçê, ligel sedemên civakî û aboriyê ve, metirsiyên cidî li ser wan pêşketinan dirust dike, ku di şerê li dijî teroristan de bidest hatibûn.

Gotûbêj derbarê hewl û gafên berdewam ên pêkanîna hikûmetê li Bexdayê, ku daxwazên pêkhateyên sereke û welatiyan li ber çav were girtin, tewereke din a hevdîtinê bû.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact