Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 18 OCT 2018 02:16 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Peyama Lîsta PDKê (183) bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
| KDP.info


 

Peyama Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (183)

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

PDK bi serbilindî û bi bawerî û hişyariya miletê Kurdistanê, bi serkirdayetiyeke bihêz û yekgirtî, bi piştevaniya cemawerê xwe yê bo wefa û dilsoz, dîrokeke tije gelwêstên neteweyî û niştimanî, bi bername û dîtineke zelal û nû bo paşerojê, bi lîsteke ku pêkhatiye ji serkirde û kadirên jêhatî û dilsoz, di van hilbijartinan de beşdar dibe, herwiha ji xelkê Kurdistanê çaverê dike ku wek erk û maf bi berfirehî di hilbijartinan de beşdar bibin.

5 salên derbasbûyî, salên berevaniyê bûn li Kurdistanê û jinavbirina wan hemû pilan û gef û pirsgirêkan bû, ku ji navxwe û derveyî Kurdistanê gef li Kurdistanê û hebûna wê ya siyasî dihat kirin û karwanê geşepêdan û pêşkeftinan rawestand. PDK li hemberî wan gefan para herî mezin dît, lê bi piştevaniya xwîna şehîdan û keda pêşmergeyên qehreman û dilsozên gel, bersiva wan şerxwazî û pilanan da. Tevî rewşa nealîkar û xerab a navxwe, PDK xwe li hemberî van kêşeyan neçemand û bi vê yekê Kurdistan û hebûna wê ya destûrî û doz û daxwazên gelê Kurdistanê yên rewa, bi zindî man û pilanên şerxwazî û xiyanetkariyê hatin şikestin.

Di 5 salên derbasbûyî de, PDK bi piştevaniya niştimanperweran li hemberî vê nehca destûrşikandinê ya ji aliyê Bexda ve, rawestiya, ku Bexda tiştek bi navê tifaq û şeraket û hevsengiyê nehiştiye û bûdce û pereyên xelkê Kurdistanê zeft kiribû. Lê bi hevkariya dilsozên miletê me û bi zend û baskên Pêşmerge û bi xwîna bi hezaran şehîd, serkirdatiya PDKê şerê parastina Kurdistanê kir û efsaneya DAIŞê şikand. PDK bi dariştina binemayên serxwebûna aborî rastî şerê birçîkirina bû, lê tevî daketina buhayê petrolê û hatina pêlên koçberan û şerê DAIŞê bi hezarên km, PDK karî karekî wisa bike ku xwe li ber siyaseta nanbirînê ji aliyê Bexdayê ve bigre û neyê şikestin.

PDK karî bi rêberiya Serok Barzanî bo cara yekê di dîrokê de di referandumeke seranserî de hemû gelê Kurdistanê li ser yek armancê kom bike, ew jî tevî hemû gef û astengiyan karî biryar û xwasta serxwebûnê Kurdistanê ser bixe.

Piştî serkeftina referandumê jî PDK Kurdistanê ji êrîşên serbazî û siyasî û aborî biparêze. Di wextekê de ku hêzên leşkerî ber bi Kurdistanê ve dihatin, PDK bi canê ezîzên xwe bergirî li şeref û şikoya Kurd û Kurdistanê kir û xewna wan jinav bir, ku dixwestin bi alîkariya xakfiroşan Kurdistanê dagîr bikin û dawiya hebûna wê ya siyasî bînin. Di wexteke pîvanî de PDK karî havkêşa li dijî Kurdistanê di qezenca Kurdistanê de bughere û karî dorpêç û cezayên ser Kurdistanê hilweşîne û careke din têkelî û pêwendiyên Kurdistanê ligel cîhanê girê bide û bi dîplomatîk û hikmeta siyasî pêgeh û îtîbara Kurdistanê li deverê û cîhanê vegerîne.

Di van çend salên pir qeyran de, PDK tevî hemû astengî û giriftan, weku hercar milê xwe da ber berpirsyaretiyê û rûbirûyl qeranan bû û bi hemû şiyaynên xwe erkê xwe di hikûmetê de birêve bir û çoga xwe danexist heta rêya çareserkirian kirîzan vebû.

Îro ku em ber bi hilbijartinan ve diçin, rojên dijwar ber bi dawiyê ve diçin û em gavan bo qonaxeke nû davêjin, ku bi piştevaniya gelê Kurdistanê dê dûbare karwanê geşekirin û pêşvebirina Kurdistanê destpê bike. Ji bo vê qonaxê PDK bername û rewangeheke hemû layenî û nû amade kiriye, ku bi kûratiya dîrok û xebata xwe dixwaze bi rêya parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo xelkê Kurdistanê bicîh bîne.

PDK tevî wan hemû erkên ser milê wê, li hemberî bicîhanîna sozên xwe kêmxemî nekiriye û her bi çavekî realît li kêmasiyan neriye, nexasim ew kêmasiyên ku di proseya siyasî û hukmranî û aboriyê de hene û çareserkirina wan di qonaxa bê de bi erkê xwe dizane.

Lîsta 183 ya PDKê bi rêya vê bernameyê de di bin dirûşma (avakirina Kurdistaneke bihêz) nexşerêya çaksziyeke seranserî û bi destveanîna edaleta civakê û peydakirina delîveyên kar bi wekhevî û bihêzkirina jêrxanê û pêşvebirina hemû sekterên jiyanê û xweşguzeraniyê. Eve hemû di Kurdistaneke serbilind ku PDK hertim xebatê bo dike û dê berdewam be bo bicîhanîn û piştraskirina mafên neteweyî û niştimanî.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulhemîd behsa avakirina hikûmeta Iraqê kirin

WEDNESDAY, 17 OCTOBER 2018 20:10:59

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Barzanî Nêçîrvan Herêma Kurdistanê li gel Adil Ebdulhemîd, ku bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiye erkdarkirin, civiya û li ser pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

 
Keneda: Pêgeha Herêma Kurdistanê cihê giringiyeke taybet e

WEDNESDAY, 17 OCTOBER 2018 18:10:45

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, sipasiya gel û Hikûmeta Keneda kir, ku di şerê dijî DAIŞê de, alîkariya hêzên Pêşmerge kirin û dilxweşiya xwe bi pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Keneda de, da xuyakirin û pîrozbahiya destbikarbûna balyozê nû yê wî welatî li Iraqê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî û Ebadî çend mijar gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 17 OCTOBER 2018 18:10:00

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Kurdiastanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê li hev civiyan û li ser çend mijaran guftûgo kirin.

 
Mesrûr Barzanî: Helwesta Beşikçî li ser doza gelê Kurdistanê cihê rêzdariyê ye

WEDNESDAY, 17 OCTOBER 2018 18:10:34

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê li paytext Hewlêrê pêşewaziya bîrmend û civatnas Îsmaîl Beşikçi kir û got ku helwestên Beşikçî li hemberî doza gelê Kurdistanê cihê rêzdariyê ye.

 
Adem Geverî: 16ê Cotmehê xencerek bû..Xiyeneteke mezin bû

WEDNESDAY, 17 OCTOBER 2018 18:10:23

Duhok-KDP.info- Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Adem Geverî dibêje, 16ê Cotmeha 2017 xiyaneteke mezin li gelê Kurd hat kirin, ku bû sedem Kurd gelek navçeyên Kurdistanî cidest bidin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP