Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 07:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Elî Ewnî: PDK xwe baş ji hilbijartinan re amade kiriye..Dengên me dê zêde bibin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ragihand ku PDK xwe baş ji hilbijartinên Parlamntoya Kurdistanê re amade kiriye û vê carê dê dengên PDKê zêdetir jî bibin.

Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro di civîna Encûmena Serkirdatiya PDKê de jî tekezî hat kirin ku helbijartin di wextê xwe de birêve biçe. Me biryar daye ku bangeşeya me vê carê cuda be ji carên çûyî. Me biryar daye ku bangeşeyên me hêmin bin.”

PDK bi lîsta hejmare 183 di hilbijartinên 30ê Îlonê de beşdar dibe. Derbarê wê yekê de Elî Ewnî wiha got: “PDK li ser hemû astan amadekariyên baş kiriye. Em hewlên xwe didin ku em gelek dengan bidestve bînin. Li gorî rapirsiyan jî dengên PDKê dê di hikbijartinên vê carê de, zêde bibin. Em ji xelkê Kurdistanê piştrast in û dengên PDKê dê gelekî ji dengên partiyên din zêdetir bin.”

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact