Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 18:22 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û bûyerên li wir çêdibin nayin qebûlkirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Kerkûk dagîrkirî ye û bûyer lê dibin nayin qebûlkirin, pêwîst e di çarçova madeyên destûrê de rewşa Kerkûkê bê çareserkirin.

Îro 09.09.2019an Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Rêvebirê Navenda Hemahengiyê ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Kurdistanê general Gregory Anderson û şanda pê re kir.

Di destpêkê de, Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li hember bombebarankirina baregehên partiyên demokrat li Koyê nîşan da û serxweşî li kesûkarên şehîdan kir û hêviya çakbûna bilez bo birîndaran xwast.

Piştre, dawî pêşhatên siyasî, leşkerî û ewlehî yên navçê hatin guftûgokirin û tekezî li ser hevahengiya zêdetir di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di çarçova bernameya karpêkirî de hate kirin û ronî xistin ser rêkxistina zêdetir a perwerde û rahênana bi hêza Pêşmegeyên Kurdistanê û amaje bi wê hat kirin, ku bêhêzkirina Pêşmerge dibe sedema aramiya navçê.

Di beşeke din a hevdîtinê de, ronî xistin ser rewşa navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi giştî û rewşa Kerkûkê bi taybetî, ku tiştê li wir rû dide cihê nîgeraniyê ye û pêwîst e sedema nîgeraniyê nemîne. Di wê derbarê de Mesrûr Barzanî ragihand, bi nerîna me Kerkûk dagîrkirî ye û bûyerên li wir dibin nayin qebûlkirin, pêwîst e di çarçova madeyên destûrê de rewşa Kerkûkê bê çareserkirin.

Her di wê hevdîtinê de amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hate kirin, ku pêwîst e ber bi pêwendiyên stratejîk ve biçin.

Herwiha amaje bi zêdebûna çalakiyên grûpên teroristî hat kirin, ku heger bi cidî gav bo çareserkirina pirsgirêkan bi giştî neyin avêtin, tê pêşbînîkirin ku di dahatûyê de bi nav û formekî din vegerin û rewşê aloztir bikin.




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact