Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 18:12 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK roja 11ê mehê bi gotana Serok Barzanî dest bi bangeşeyê dike
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku roja 11ê vê mehê dê PDK bi gotara Serok Barzanî dest bi bangeşeya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bike.

Îro Encûmena Rêveberiya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya û piştî civînê Mehmûd Mihemed kongreyeke rojnamevanî lidar xist û tê de behsa naveroka civînê kir.

Berdevkê PDKê ragihand: “Me di civînê de behsa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û tevlîbûna me di wê hikûmetê de kir. Em dixwazin partiyên Kurdistanê li Bexdayê yekrêz û yekdeng bin. Lê wan 4 partiyên din hêj biryara xwe ya dawî nedane. Em jî dixwazin li Bexdayê her 6 partiyên Kurdistanê yekdest bin.”

Mehmûd Mihemed wiha got: “PDK û YNK li Bexdayê projeya xwe nivîsandî dane hevpeymaniyê Iraqê û daxwaz ji wan kirine ku bi nivîsandî bersivê bidin ku ew projeya Kurdan qebûl dikin. Me di projeya xwe de gotiye, pêwîst e tifaq û hevsengî û şirîkatî li Iraqê hebe û di nav de jî madeya 140 bê cîbicîkirin.”

Mihemed wiha domand: “Partî û hevpeymaniyên Iraqê jî serdana me dikin û ew jî dixwazin em têkevin hevpeymaniyê wan de. Lê hêj me biryara xwe ya dawî nedaye. Em nenêzîkî ti hevpeymaniyekê ne û ne jê dûrî ti aliyekî ne. Kîja alî projeya me qebûl bike emê ligel wê kar ji bo avakirina hikûmeta nû bikin.”

Derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê ku dawiya vê mehê dê birêve biçin, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand: “Em rijd in li ser encamdana hilbijartinan û piraniya partiyên siyasî jî xwe jê re amade dikin û daxwaz lidarxistina hilbijartinan dikin. Emê wek PDKê jî roja 110 vê mehê dê bi gotara Serok Barzanî dest bi bangeşeya hilbijartinan bikin.”

Herwiha derbarê helwesta PDKê li ser êrîşa Îranê li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî, Mehmûd Mihemed wiha got: “Helwesta me wek helwesta Serok Barzanî ye. Em dilgiran in ji wê êrîşê. Bi top û kuştinê pirsa gelê Kurd çareser nabe. Pêwîst e bi zimanê diyalog û jihevtêgiheştinê pirsa Kurdî çareser bibe. Em hêvî dikin Îranê wê karî dûbare neke.”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact