Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 20 SEP 2018 04:46 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

HDKê: Îran bi mûşekan li baregaha HDK li Başûrê Kurdistanê da
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Îran çend mûşek avêtine ser baregaha Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê û li gorî zanyariyan şehîd û birîndar hene.

Endamê Serkirdatiya HDKê Îbrahîm Çukelî ragihand: “Çend mûşek li baregaha HDKê ketine û hejmareke şehîd û birîndar hene.”

Hejmareke xelkê Koye tekez dikin ku balafirên bê pîlot li ser asmanê Koye firyane.

Endamê Rêveberê HDKê Mensûr Mirwetî ragihand: “Em di civîna serkirdatiya partiya xwe de bûn, dema ku Îran bi mûşekan li navenda me dan û hejmareke şehîda û birîndar hene. Birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.”

Berpirsê Asayişa HDKê Karo Resûl jî ragihand: “Nêzîkî 10 mûşek bo navenda me hatin avêtin û hejmareke şehîd û birîndarên me hene.”




Nûçeyên din

Îtalya: Alîkariyên me bo Pêşmerge dê berdewam bin

WEDNESDAY, 19 SEPTEMBER 2018 18:09:24

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî û şandeke leşkerî ya Îtalyayê civiya û di wê hevdîtinê de şanda Îtalya got ku ewê hevkariyên xwe bo Hêzên Pêşmerge bidomînin.

 
Balyozê Siwêd: Kurdên Siwêd çalak in û baş tevî civakê bûne

WEDNESDAY, 19 SEPTEMBER 2018 17:09:27

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Siwêdê li Iraqê Pontus Melander civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku Kurd li Siwêd bi awayekî pir baş tevlî civaka Siwêd bûne û di gelek waran de çalak in.

 
Serok Barzanî: PDK dê serkeftineke mezin bidestve bîne..Em xwedî armanceke stratejîk in

WEDNESDAY, 19 SEPTEMBER 2018 17:09:09

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ragihand, PDK soza ku bicih nebe, nade. PDK xwedî armanceke stratejîk in û li gor siyaseta rojê helwesta xwe naguhêre û ji wan armancên stratejîk bi paş ve venakişe.

 
Mesrûr Barzanî: Em hewla pêkanîna hevpeymaniyekê didin ku destûr cîbicî bike

TUESDAY, 18 SEPTEMBER 2018 19:09:07

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê hewla pêkanîna hevpeymaniyekê dide, ku daxwazên Kurdistanê û made û birgeyên destûrê cibicî bike.

 
Fazil Mîranî: PDK tê wateya partiya dewletê..Me Kurdistan parast

TUESDAY, 18 SEPTEMBER 2018 19:09:01

Şeqlawe-KDP.info- Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê, Fazil Mîranî ragihand PDK tê wateya partiya dewletê û PDK Kurdistan parast û eger ne ji PDKê ba dê niha Kurdistan di bin destê Hikûmeta Iraqê de ba.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP