Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 02:46 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK: Me bi zelalî ji hemû partiyan re gotiye hilbijartin dê bên kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweyîlî ragihand ku, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê di dema xwe de bên kirin û paş nakevin, ku PDK ev yek bi zelalî ji hemû partiyên siyasî re gotiye. Herwiha derbarê rêkeftina Kurdan ligel aliyên Iraqî ji bo avakirina hikûmeta Iraqê, tekez kir ku PDK û YNK li Bexdayê hewl didin ku bibin hevpeymanê wî aliyê ku mafên Kurdistanê nas dike.

PDK serdana partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û ji wan re gotiye, hilbijartin dê di wexta xwe de birêve biçin.

Derbarê vê pirsê, Hoşyar Sîweylî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hilbijartin dê di wexta xwe de birêve biçin û bi ti awayekî nayên paşxistin. Ev helwesta fermî ya PDKê ye. Goran daxwaz ji PDKê kiriye ku hilbijartin neyê kirin. PDK rijd e li ser helwesta xwe ku hilbijartin bê kirin, ji ber ku beriya niha hilbijartin 2 caran hat paşxistin. Pêwîst e hikûmet û parlamentoya Kurdistanê bên nûkirin.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Hilbijartin proseyeke demokratîk e û em fêm nakin ew partiyên siyasî yên ku dibêjin em daxwaza demokrasiyê dikin, çawa dijatiya hilbijartinan dikin. Lewma jî çawa mabe pêwîst e hilbijartin di wextê xwe de bê kirin. PDK ew yek bi zelalî ji hemû partiyên Kurdistanê re gotiye.”

Derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî, Sîweylî wiha got: “PDK û YNK daxwazên Kurdistanê gihandine aliyên siyasî yên Iraqê. Kîja alî jî itîrafê bi mafên Kurdistanê bike, emê bibin hevpeymanê wî.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact