Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî bi helkefta hatina Cejna Qurbanê peymeke pîrozbahiyê ji xelkê Kurdistanê re şandiye.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, ez pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistan û Iraqê dikim. Pîrozbahiyeke germ pêşkêşî malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê dikim.
Hêvîdar im hemû aliyek cejnê bi xweşiyê bikin û haciyên me bi selametî ferza hecê bicîh bigihînin û Xwedayê mezin hec û lavayên wan qebûl bike.
Mesûd Barzanî
20.08.2018”