Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 22:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

“PKK 300 zarok û xortên Êzdî revandine”
| KDP.info


 

Şingal-KDP.info- PKK tometbar e bi revandine zarokên Kurdên Êzdî. Li gorî zanyariyan 300 zarokên Êzdî ji aliyê PKK ve hatine revandin ji bo Qendîlê hatine veguhestin û li wir tên perwerdekirin.

Dema ku terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser Şingalê hejmareke çekdarên PKK derfet ji wê valahiya ewlehî dîtin û xwe bi zorê li ser Şingalê feriz kirin û hêj ligel Heşda Şeibî ew bajar di bin destê wan de ye.

Serokê Rêxistina Civîn a Kurdên Êzdî Kawa Îdo Xetarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna hêzên mîna PKK û hêzên din mîna Heşda Şeibî û hêzên Iraqê bûye çavkaniya kirîz û pirsgirêkan ji Şingalê re ku ew yek jî nayêle aramî li Şingalê çêbibe.”

Kurdên Êzdî PKK tometbar dikin bi revandina zarokên wan ji Şingalê ku heta niha hejmarek mezin ji zarokên wan winda ne, lê piştre derketiye ku hinek ji wan di nava PKK de ne.

Kawa Îdo Xetarî wiha got: “Jibilî tevliheviyê li Şingalê û alozkirina rewşa wê, destê PKKê di revandina hejmareke mezin ji zarokên Êzdiyan heye û heta niha nêzîkî 300 zarok û xortên Êzdî ji aliyê PKKê ve hatine revandin.”

Xetarî wiha domand: “Ew Êzdiyên ku hatine revandin, bi şêweyan hatine revandin. Beşek ji wan dema ku DAIŞê êrîş kiri ser Şingalê û PKK hat şingalê beşek ji xort û ciwanên Êzdiyan ligel xwe birin Rojavayê Kurdistanê û li wir ew kirin çekdar. Beşê din jî PKK ew birine Qendîlê û li gorî zanyariyan li wir wan perwerde dike û piraniya wan kêmî 18 salî ne.”


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact