Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 04:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Zêbarî: Bexda alîkariya PKKê dikir û niha jî rê dide Tirkiyê ku li wan bixe
| KDP.info


Şingal-KDP.info- Serfermandarê berê yê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, Bexda ji aliyekî ve alîkariya PKKê dike û ji aliyekî din ve rêkeftinê ligel Tirkiyê dike li dijî PKKê, ku ev yek jî tenê ji bo ku ziyanê bighîne xelkê Şingalê.

PKK ji sala 2014ê ve û heta niha li Şingalê ye û berdewam pirsgirêkan ji xelkê Şingalê re derdixe. Hikûmeta Iraqê jî alîkariya PKKê dike û heta niha balafirên Tirkiyê 2 carî li Şingalê dane. Xelkê Şingalê gelek caran daxwaz dikin ku PKK ji navçeya wan derkeve.

Babekir Zêbarî derbarê lêdana berî çend rojan a balafirên Tirkiyê li Şingalê, ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Şingal di bin destê Hikûmet û hêzên Iraqê de ye û dema Serokwezîrê Iraqê çû Trikiyê rêkeftin li wir hat kirin li dijî PKKê û sînor bên girtin, lê zehmet e êrîş li ser erdê bê kirin, ji ber ku bê razîbûna Hikûmeta Kurdistanê Tirkiye nikare li ser erdê êrişî Şingalê bike.”

Derbarê bandora êrîşa balafirên Tirkiyê li ser Şingalê Zêbarî wiha got: “PKK ji Herêma Kurdistanê re bûye bela. Ji ber ku piştî wê êrîşê ji Şingalê venekişyane û ji tirsa rihê xwe di nava xelkê û gundan de xwe veşartin, ji bo ku eger careke din balafiran li Şingalê dan xelkê sivîl bibin qurbanî. PKK tenê xema xwe dixwe û xema ti kesî din naxwe. Me dît ji ber wan çawa bajarên Bakurê Kurdistanê hatin xerakirin.”

Serfermandarê berê yê Iraqê wiha domand: “Hikûmeta Iraqê rast nabêje û bi destê Bexda PKK li wir rahişt çekan û hêzên PKKê bûn ser bi Heşda Şeibî ve û Hikûmeta Iraqê bi xwe mûçe dida çekdarên PKKê. Bexda li dijî Herêma Kurdistanê alîkariya wan dikir. Niha jî Ebadî rêkeftinê ligel Tirkiyê dike ji bo lêdana PKKê.”

Babekir Zêbarî wiha got: “Ji ber bombebarana Tirkiyê li ser Şingalê, her ziyanek çêbibe Hikûmeta Iraqê di ber de berpirs e, ji ber ku pêwîst nake balafir li PKK bidin û Şingalê wêrantir bikin, Hikûmeta Iraqê dikare bi hêsanî wan ji Şingalê derxîne. Lê Hikûmeta Iraqê bi xwe dixwaze rewşê aloz bike û jiyana xelkê nexweştir bike.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact