Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 01:06 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

YNK bo PDK: Em ji xebata hevbeş re amade ne..Hîn rêya xebata me dûr û dirêj e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya YNKê bi boneya 16ê Tebaxê 72yemîn salvegera damezrandina PDKê peyamek pîrozbahiyê belav kir û di peyama xwe de amaje bi hevxebatiya li gel PDKê kir.

Peyama YNKê waha ye:

“Serokê PDKê Cenabê Mesûd Barzanî

Birêz endamên polîtburoya PDKê!

Silavên hevxebatiya germ…

Em keyfxweş in bi navê polîtburoya YNKê, 72yemîn salvegera damezrandina PDKê ya tekoşer, pîrozbahiya germ li we bikin.

72 sal berî naha di mercên piştî şerê cîhanî yê duyem de, PDK bo baştir rêkxistin û rêbertîkirina aliyên siyasî yên kurd, di bin siya komara sawa ya hatî hilweşandin a Rojhilatê Kurdistanê de hat damezrandin û di wê qonaxê de dîroka nû ya siyasî ya wê serdemê de heta şoreşa Îlonê, PDKê roleke dîrokî girt xwe. Piştî xiyaneta Cezayîrê û şoreşa nû de, li gel merc û rewşa dijwar a şoreşê û rewşê dîsa PDKê xwedî roleke giring hebû.

Piştî damezrandina eniya Kurdistanî, pêwendiyên YNKê û PDKê û herwaha aliyên din ên Kurdistanê, veguhezî bo qonaxa berpirsyariya rizgariya demokrasiya netewî ya hevbeş. Encamên wê jî raperîn û destkeftên mezin bûn ji bo Kurdiastanê mîna birêveçûna helbijartinam û avabûna parlamento û hikûmeta herêmê. Piştre gewheriya vê pêwvendiyê geheşte sitrajiya hilweşandina Seddam û destkeftên dîrokî yên li piştî wê jî, berî her tiştî bidestxistina federaliya di destûra mayînde ya Iraqê de bû.

Hemû destkeftên Herêma Kurdistanê heta niha jî destkeftên xebata hevbeş a me ne. Diyare hîn jî dîrokê erkê mezin xistiye stûyê me de.

YNK vê roja we ya pîroz wek derfet dibîne, ku bêje:

Bi ezmûn wergirtina ji hemû ezmûn û dîrokê, em amade ne xebata hevbeş li Kurdistan, li Iraq û navçeyê jî, berdewam bikin. Bi hêviya em herdû alî maf û erkên xwe nas bikin û hevsengiya dabînkirina hemû maf û derbaskirina erkan, di hemû aliyan de bidest bixin.

Birêzan

Hîn rêya xebata me dûr û dirêj e. hîn rêya me ya hevbeş tijî astengî ne. Ji ber wê ji erkê me ye ku em yekrêziya mala Kurdistanê bihêz bikin û Hikûmeta Kurdistanê çalaktir bikin û tengasiyên ku hene çareser bikin.

Di destpêkê de guhertin di sîstema hikûmraniyê de û serweriya yasa û nehiştina gendeliyê. Ji bo ku bi vê yekrêziyê û bi hikûmeteke bihêz û piştrastiyeke siyasî ve beşdariyek bi bandor di pêkanîna hikûmeta piştî helbijartinên Iraqê bikin û vê carê bi kiryar, hikûmeta Iraqê pêbendî destûr û beşa rasteqînê ya kurd bikin. Destpêkê de mafên aborî û mafên Pêşmerge û zagonên nû yên neft û gaz û bicîhanîna madeya 140ê.

Xwîşk û bira

Salvegera partiya we pîroz be. Canê paqij ê şehîdên we ligel hemû şehîdên Kurdistanê bila asûde û rehet bin. Ala çarenivîsa me dê her bilind be.

Ligel rêzê de

Polîtbuoya YNKê

16.08.2018”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact