Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 10:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK: Çawa me pilanên dijî Kurdistanê şikandin, emê welat pêş bixin û geş bikin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi hatina 72yemîn salvegera avakirina PDKê peyamek belav kir û tê de tekez dike ku ewê berdewam bin li ser xebata xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd û herwiha çawa wan pilanên li dijî hebûna Herêma Kurdistanê jinav birne dê wisa kar û xebatê bikin ji bo pêşxistin û geşekirina Kurdistanê.

Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Beriya 72 salan, dema ku bêhêviyeke reş ketibû nava neteweya Kurdî de, PDK wek çirayekê hat pêxistin û dîsa hêvî xist dilê miletê Kurd de. PDK ji bo bidawîhatina bindestiyê hat avakirin. Hat avakirin ji bo ku xebatê bike ji bo ku neteweya Kurd bighê mafê xwe. PDK û di bin siya hizr û felsefeya Barzaniyê Nemir û rêbaza wî de, Kurdayetî da ber xwe û aştî û demokrasî û edalet ji xwe re kir pîvan.”

Peyama PDKê wiha dom dike: “PDK karî qonax bi qonax mafên gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bidest bîne û heta roja îro jî xebata me berdewam e û tevî hemû astengî û girêkan PDK katiye wek çiyayekî mezin xebatê ji bo mafê gelê Kurd û ji bo Kurdistanê bike. Niha piştî 72 salan ji damezrandina PDKê, hêj em bi heman moral û bawerî û li ser rêbaza Barzaniyê nemir berdewam in li ser parastin û bihêztirkirina Kurdistanê, nexasim di van 5 salên dawî de Kurdistan rastî gelek pilan û pirsgirêk û kirîzan bû ji bo ku hebûna Herêma Kurdistanê jinav bibin û keda 100 sala borî jinav bibin. Lê PDK rûbirûyê wan pilanan bû û ew pilan şikandin.”

Polîtburoya PDKê ragihand: “Di şerê birçîkirin û qutkirina nanê xelkê Kurdistanê de, PDK nehişt Kurdistan çoga xwe daxe û teslîm bibe û pilana jinavbirina Herêma Kurdistanê şikand. PDK cezayên nerewa yên ser Kurdistanê şikandin û dîsa Kurdistan vegerand ser lingê wê. PDK bi tenê berpirsî li xwe girt û bar avêt ser milê xwe û rewşa Kurdistanê ji kirîzan rizgar kir. Bi hêviya xwedê û gelê Kurdistanê PDK dê di hilbijartinên bê de serkeftineke mezin bidest bîne û dê diyar bibe ku PDK nûneratiya îradeya gelê Kurd dike.”

Peyama PDKê wiha dom dike: “Hilbijartinên vê carê dê destpêka qonaxeke nû bin ji bo destpêkirina avedanî û geşkirin û pêşxistina Kurdistanê, ku di salên borî de ji ver şer û siyaseta birçîkirinê û hevrikiyên partiyên Herêma Kurdistanê, ew avedanî hatibûn rawestandin. Çawa me pilanên dijî Kurdistanê şikandin, emê wisa welat pêş bixin û geş bikin. Dê parlamentoyek û hikûmeteke bihêz bên avakirin ji bo ku em bibin xwedî destûrekî serdem û rêveberî û îdareyeke bihêz li gorî destûr Herêma Kurdistanê birêve bibe.”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact