Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 22 FEB 2019 08:17 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info-  Ji bo dawî hatina karên Kongreya Heştem ya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, Serok Barzanî peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Yekîtiya Lawan kir û ji bilî pîrozbahiya li serkeftina kongreyê, destxweşiyê li kadirên berê yê sekreteriyetê kiriye û hêviya serkeftinê ji bo sekreteriyeta nû dixwazê û daxwazê ji wan dike li ser rêbaza niştimanperwerî û dilsoziya ji bo gel û welat berdewam bin.

Eve jî naveroka wê peyamê ye:

Birêz Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê

Silav û rêz

Ji bo dawî hatina karên kongreya heştem, "Kongreya Pêşmerge", pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim li hemû warên karên pêş da serkeftî û serfiraz bin.

Destxweşiyê li kadirên berê ya mekteba sekreteriyetê dikim ku li qonaxekî dijwar da gelek dilsozane erkên xwe bi cîh anî û hêvîdarim li hemû erkek da bi vî awayî çalak û serkeftî bin.

Pîrozbahiyê li kadirên nû yên hilbijartî yê mekteba sekreteriyeta yekîtiya we dikim û şîretê li wan dikim ku li ser rêbaza nifşên berê ya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, wekî herdem mînakê bilindê karê rêkxistinî û xwendingeha pêgihandina kadirên çalak û dilsoz bin û li ser rêbaza pak ya Kurdayetî û niştimanperwerî û dilsoziya ji bo gel û welat de berdewam bin.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
10.08.2018




Nûçeyên din

Serok Barzanî û Balyozê Îranê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

THURSDAY, 21 FEBRUARY 2019 19:02:18

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexda kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê gotûbêj kirin.

Amerîka: Herêma Kurdistanê yek ji navçeyên herî serkeftî yê Rojhilata Navîn e

THURSDAY, 21 FEBRUARY 2019 15:02:49

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û şandeke Amerîkî civiyan û di wê hevdîtinê de şanda Amerîkî got, Herêma Kurdistanê yek ji navçeyên herî serkeftî yê Rojhilata Navîn e.

 
Balyozê Îranê: Aramiya Kurdistanê ji bo me girîng e

THURSDAY, 21 FEBRUARY 2019 09:02:38

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Îranê li Iraqê tekez dike, di siberojê de peywendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê bihêztir dikin û dibêje, aramiya Kurdistanê ji bo wan giring e.

 
Mesrûr Barzanî bo fermandarê Hevpeymanan: Divê maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê parastî be

THURSDAY, 21 FEBRUARY 2019 09:02:44

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê kir û di wê hevdîtinê de rewşa rojhilatê Firatê hat gotûbêjkirin û Mesrûr Barzanî ji fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî re got ku pêwîst e maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê parastî be.

 
Pêngava yekem a “Kurdistaneke Bihêz” destpê kir

WEDNESDAY, 20 FEBRUARY 2019 16:02:37

Hewlêr-KDP.info- Siysetmedarekî Kurd ragihand ku pêngava yekem a Kurdistaneke bihêz destpê kir. Herwiha dibêje, erkê hikûmeta nû ya Kurdistanê bihêzkirina bingehên abûrî û encamdana çaksaziyê ye li Herêma Kurdistanê.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP