Şingal-KDP.info- Berpirsê Asayişa Şingalê Qasim Simo ragihand ku Heşda Şeibê ji Şingal û navçeyên wê vekişyaye.
Qasim Simo ji malpera KDP.info re ragihand: “Heşda Şeibî bi hemû hêza xwe ji navçeyên navbera Iraq û Sûriyê û ji nava Şingalê vekişyaye û tişta ku li Şingalê maye tenê çekdarên Êzdî yên ser bi Heşda Şeibê ve ne, ku ew jî xelkê navçeyê ne û nikarin biçin cihekî din.”
Qasim Simo wiha got: “Kişandina wan hêzên Heşda Şeibî girêgayî fermana hêzên artêşa Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ye. Ew hêz çûne cihên ku DAIŞ li wir heye.”