Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 19 AUG 2018 09:01 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Almanya: Emê berdewam bin li ser perwerdekirin û alîkariya Hêzên Pêşmerge
| KDP.info



Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsola nû ya Almanya li Hewlêr kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ewê berdewam bin li ser perwerdekirin û alîkariya Hêzên Pêşmerge.
Îro Çarşema 08.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Barbara Wolf Konsola Giştî ya nû ya Almanya li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya guftûgo kirin û Konsola Giştî ya nû ya Almanya tekez kir ku welatê wan berdewam dibê li meşq û rahênan û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hemû şiyanek jî ji bo pêşxistina zêdetirê peywendiyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê didin.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê ya li piştî hilbijartinan û proseya pêkanîna Hikûmetê xistin ber behs. Her li hevdîtinê de Konsola Giştî ya Almanya ragihand ku welatê wan piştevanê proseya demokrasiya li Herêma Kurdistanê û serweriya yasa û birêveçûna hilbijartinên Kurdistanê di dema diyarkiriya xwe da dike.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina Konsola nû ya Almanya, pîrozbahiya wergirtina wê erka nû ya birêz xanima Barbara Wolf kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.

Serok Barzanî peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Almanya bi dostane û mînakî wesif kir û piştevaniya xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Almanya xisterû. Her wiha spasî gel û hikûmeta Almanya jî kir ku li şerê dijî terorîstan da hevkariyeke karîger pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Daxwaz jî kir peywendiyên di navbera her dû aliyan bê berfirehtir kirin û destxweşiyê li wan hewlan kir ku bi mebesta pêşxistina aborî xistine bernameya karê xwe.

Her yek ji birêzan Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Dilşad Barzanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya, amadeyê vê hevdîtinê bûn.

 




Nûçeyên din

“PKK 300 zarok û xortên Êzdî revandine”

SATURDAY, 18 AUGUST 2018 21:08:18

Şingal-KDP.info- PKK tometbar e bi revandine zarokên Kurdên Êzdî. Li gorî zanyariyan 300 zarokên Êzdî ji aliyê PKK ve hatine revandin ji bo Qendîlê hatine veguhestin û li wir tên perwerdekirin.

 
Heder Şeşo: Divê çareseriyeke navdewletî ji Şingal re bê dîtin

SATURDAY, 18 AUGUST 2018 17:08:59

Şingal-KDP.info- Fermandarê Giştî yê Hêza Parastina Êzîdxanê li Şingalê Heder Şeşo ragihand ku pirsa Şingalê bûye pirsgirêkeke navdewletî û ji destê Iraqê jî derketiye û kes nizane dê çarenivîsa wê çi be.

 
Zêbarî: Bexda alîkariya PKKê dikir û niha jî rê dide Tirkiyê ku li wan bixe

SATURDAY, 18 AUGUST 2018 16:08:57

Şingal-KDP.info- Serfermandarê berê yê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, Bexda ji aliyekî ve alîkariya PKKê dike û ji aliyekî din ve rêkeftinê ligel Tirkiyê dike li dijî PKKê, ku ev yek jî tenê ji bo ku ziyanê bighîne xelkê Şingalê.

Rêya Hewlêr – Kerkûk tê vekirin

SATURDAY, 18 AUGUST 2018 15:08:26

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Polîsê Hewlêrê Lîwa Ebdulxaliq Telhet ragihand ku îro şandên Herêma Kurdistanê û Bexda civîna xwe ya dawî li ser vekirina rêya Hewlêr – Kerkûk lidar xistin û biryar hat stendin ku sibe ew rê vebe.

Fedrasyona Komeleyên Kurdî li Sovyêta berê pîrozbahî li PDK û Serok Barzanî kir

SATURDAY, 18 AUGUST 2018 14:08:14

Hewlêr-KDP.info- Fedrasyona Navdewletî ya Komeleyên Kurdî li welatên Yekîtiya Sovyêta Berê bi boneya 72yemîn salvegera damezrandina PDK û jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê şandiye ji PDKê re.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP