Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 23:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im tawana li hember Êzdiyan wek jenosîd bê naskirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe derbarê biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî bi lêkolîna li ser karesata Êzdiyan, nîşan da û hêvî kir ku ew tawana li hember xwîşk û birayên Êzdî hatiye kirin wek “jenosîd” were naskirin.

Serokwezîr Barzanî piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, ku di civîna îro de Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan rapora xwe ya derbarê bi jenosîd nasandina tawanên DAIŞê yên li hember Kurdên Êzdî pêşkeş kiriye û wiha got: “Em keyfxweş in ku Encûmena Asayîşa Navdewletî di vê derbarê de biryarek derxistiye. Me jî li Herêma Kurdistanê komîsyonek pêk aniye û wê komîsyonê jî bi başî karê xwe kiriye û pêşkeftin bidest xistiye. Encûmena Asayîşê qaziyek destnîşan kiriye ku dê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike. Em hêvîdar in li gel Iraqê cidî kar bikin da ku ew tawana li hember xwîşk û birayên Êzdî hatiye kirin wek “jenosîd” were naskirin. Em hêvîdar in kesên ziyan dîtine jî werin qerebûkirin.”

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir, ku di civînê de mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî hatiye rojevê û diyar kir: “Me tekez kir, ku divê hilbijartin di dema xwe de werin kirin. Em hêvîdar in hilbijartinek be ku bi rêkûpêk û aramî birêve biçe.”

Piştî daxuyaniyan Serokwezîr Barzanî bersiv da pirsên rojnamevanan û eşkere kir, ku Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk derbarê paşxistina hilbijartinên Kurdistanê de ti daxwazek nekiriye û got: “Hilbijartin di dema xwe de dê werin kirin û ev mesele di hevdîtinê de jî nehatiye gotûbêjkirin.”

Nêçîrvan Barzanî dubare kir, ku heta niha ti aliyekî bi awayekî fermî ji hikûmeta Kurdistanê daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye.

Derbarê hevdîtina ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Barzanî anî ziman ku di hevdîtinê de mijarên weke, vekirina riya Hewlêr û Kerkûkê, riya Mûsil û Duhokê, dayîna meaşên malbatên şehîdan hatine gotûbêjkirin. Herwiha destnîşan kir, ku piştî pêkanîna hikûmeta Bexdayê ew dikarin ji bo çareserkirina pirsgirêkan zêdetir ligel berpirsên Iraqê bicivin.

Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku ji bo wan a giring ew e Kurd bi hev re herin Bexdayê û wiha axivî: “Ji bo gelê Kurdistanê ev yek pir giring e, ku hemû aliyên siyasî bi hev re herin Bexdayê. Lê ji aliyê din ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ti guftûgoyeke cidî nehatiye kirin. Divê Dadgeha Federalî ya Iraqê encamên bidesthejmartina dengan qebûl bike. Niha li Bexdayê bi fermî ti danûstandinek nebûye û em jî tevlî van guftûgoyan nebûne.”

Cîgirê Serokê PDKê behsa civîna duh a di navbera PKD û YNKê de kir û da xuyakirin, ku herdu alî ji bo xwe baştir amadekirin û beşdarbûna proseya Iraqê axivîne.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku niha peywendiyên Herêma Kurdistanê him ligel welatên herêmî û him jî ligel welatên din ên cîhanê asayî bûne û anî ziman ku di bernameya wan de heye ku di paşerojê de careke din serdana Tirkiyê bike.

Li ser pirsa, “Gelo dê sizayên Amerîkayê çi bandorê li peywendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê ligel Îranê bike?” Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Heta niha jî meseleya dorpêçên Amerîka bo ser Îranê li cem me nezelal e. Lê misoger e ku pêngavên me dê di çarçoveya Iraqê de bin. Li hember vê biryara dorpêçê pêngavên me dê li gorî yên Iraqê bin. Me him ji Amerîkayê û him jî ji Iraqê daxwaz kiriye, ku çarçoveya van sizayan ji me re zêdetir zelal bikin. Me xwest şandeke amerîkî were van tiştan ji me re zelal bike.”

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact